Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere 2022-11-26 13:06:12   STENBOL - Nivîskar Hamîde Rencuzogûllari, diyar kir ku 3 birayên kesa ku hate diyarkirin faîla êrişa li Taksîmê ye DAIŞ’î ne yek jî fermandarê OSO’yê ye û wiha got: “DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere.”   Dewleta tirk piştî êrişa bombeyî ya di 13’ê mijdarê de li Taksîma Stenbolê pêk hat şeva 20’ê mijdarê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku kiribû hedef êrişeke nû da destpêkirin. Ahlam Albashir a weke faîla êrişê hate nişandan, li dozgeriyê berovajiyê îfadeya li miduriyeta polîsan da, bi lêv kir ku birayê wê li nav Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO) cih digire. Pispora Rojhilata Navîn nivîskar Hamîde Rencuzogûllari ku têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kirin kir, da zanîn ku 3 birayên Albashir di nav DAIŞ’ê de mirine û yek jî fermandarê Suleyman Şah ê OSO’yê ye.    Rencuzogûllari, diyar kir ku mûxalîfan gotiye birayê Albashir Muhammed El Albashir fermandarê komeke girêdayî Tûgaya Suleyman Şah a alîgirên dewleta tirk e û wiha got: “Li gorî îdiaya van Muhammed El Albashir duh teslîmî îstîxbarata tirk kirine. Me nebihîst! Çima? Her wiha komên mûxalîf yên girêdayî OSO’yê bi tirkî twît avêtin û xwestin ji serokê HTŞ’ê Colanî û Tûgaya Suleyman Şah a îxanetî wan kirine hesab bê pirsîn. Li vir rewş tê guhertin.”   ALBASHIR KÊ ANÎ?    Rencuzogûllari, anî ziman ku Tûgaya Hamza, Sûltan Mûrat û Suleyman Şah ên herî zêde alîgirên dewleta tirk in ku di nav OSO’yê de ne bi HTŞ’ê re tevdigerin û Efrîn dagir kirin e û wiha berdewam kir: “Niha di nava wan de husumet heye. Hewl didin bikevin çavên dewleta tirk an jî ji çavên wê nekevin. Ev mûxalîfên ku dixwazin ji HTŞ’ê û Suleyman Şah hesab bê pirsîn, xwişka Muhammed, Ahlam bi koordîneya HTŞ’ê anîn Îdlîbê ji wir anîn Efrînê û ji wir jî anîn Stenbolê. Lê HTŞ nû kete Efrînê. An ku Efrîn di kontrola van de bû û hêj di navbera wan de tu husumet nebû.”   3 BIRAYÊN WÊ DAIŞ’Î NE   Recuzogûllari, bi lêv kir ku têkildarî êrişê her kes her tiştî dizane û ev tişt gotin: “Niha OSO’yî komên ‘bira’ ên bi HTŞ’ê re tifaqeke nû kirin berpirsyar digirin û nabêjin YPG’ê kiriye. Tişta rast Ahlam ji malbateke DAIŞ’î ye. 3 birayên wê dema di nava DAIŞ’ê de şer kirine hatine kuştin û birayek jî fermandarê Suleyman Şah a OSO’yî ye.”    HEWL DA DAIŞÊ VEŞÊRE   Rencuzogûllari, da zanîn ku Albashir a anî ziman ku birayê wê OSO’yî ye hewl daye DAIŞ’ê veşêre û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ahlam di îfadeya xwe de DAIŞ veşartî ye. Ji ber ku OSO di parastina Tirkiyeyê de ye. Îfadeya yek ji girtiyan ecêb e. Ji Ahlamê pirs kiriye ku ji her du alên Sûriyeyê ji kîjanê hez dike. Wê jî ji di telefonê de yeke reş nîşan daye û gotiye ‘ez ji vê hez dikim’. An ku ala DAIŞ’ê.”   ‘YÊN DIXWAZIN DIKARIN BÊN STENBOLÊ’   Rencuzogûllari, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “DAIŞ piştî têk çû neheliya. Unîforma guhertin tev li komên alîgirên Tirkiyeyê bûn, an ku HTŞ’ê… Li ser axa di bin garantoriya Tirkiyeyê de rehet digerin, kesên dixwazin dikarin bên Stenbolê an Tirkiyeyê? Heke pirsgirêk ewlehî be pirsgirêka bingehîn ne ev e?”