Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand 2022-11-26 12:14:06   STENBOL - Polîsên ku êrişî meşa jinan a 25’ê Mijdarê kirin, lingê rêvebera TOMÎS’ê Dilbent Turker şikandin. Nêzî 200 jinên ku di meşê de hatin binçavkirin jî hatin berdan.    Li Stenbolê jin bi pêşengtiya Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê bi dirûşmeya “Em ji bo azadiya xwe bêdeng nabin. Dest ji jiyanên xwe bernadin”, “Em îtaeta dewleta mêr nakin” tevî dorpêç û êrişên polîsan jî meşek li dar xistin. Di encama êrişên polîsan ên li kolanên derdiketin Qada Taksîm Tunelê û li Karakoyê nêzî 200 jin hatin binçavkirin.    LINGÊ TURKER HAT ŞIKANDIN   Jin bi lêdan, erdê re kaşkirin û bi kelemçeyên bi pişt ve hatin binçavkirin. Her wiha polîs lingê rêvebera Sendîkaya Karkerên Hesin ên Otomotîvê (TOMÎS) Dîlbent Turker şikand û binçav kirin. TOMÎS têkidarî bûyerê daxuyanî da û got: “Polîs êrişî jinan kir û lingê rêvebera me ya sendîkayê Dilbent Turker şikandin. Dê hesaba îşkenceya li dijî rêveberên me yên ku bûne dengê li dijî zext, mêtingerî, tundiyê bidin. Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê jî wêneya Turker ê di nexweşxaneyê de parve kir. Lingê Dilbentê ji 2 cihan hatiye şikandin. Em û hevalên xwe dê şopdarê pêvajoyê bin.”   HATIN BERDAN    Jinên hatine binçavkirin li midûriyetên polîsan ên li Fatîh, Kagithane, Bagcilar û Uskudarê hatin ragirtin. Piştî hewldanên demdirêj parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîn. Nêzî 200 jinên hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên îfadeyan hatin berdan.     ‘TÊKOŞÎNA ME NAYÊ ASTENGKIRIN’   Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal li gel wêneya jinên hatine berdan ev payam parve kir: “Têkoşîna me nayê astengkirin.”