Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne 2022-11-26 11:57:30   MÊRDÎN - Malbata Gezer dîmenên piştî biryara neşopandinê yên derbarê qetilkirina Garîbe Gezer a li girtîgehê de hatin eşkerekirin nirxand û got: “Ji kesên ku dixwazin edaletê pêk bînin û berpirsyaran ceza bikin re gelek delîl hene.”   Garîbe Gezer ku ji gundê Xelîla yê Kerborana Mêrdînê bû û di sala 2016'an de li Îzmîrê hatibû girtin, sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1'a a Kandirayê hatibû kirin. Li girtîgehê dest dirêjî Gezerê hatibû kirin û îşkence lê hatibû kirin. Gezer piştî destdirêjî û îşkenceyê di 9'ê Kanûna 2021'ê de li girtîgehê hatibû qetilkirin. Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê di 22’yê mijdarê roja şemiyê de bi hinceta “Di mirina Garîbe Gezer de qusûr û qesta kesê nîne, ji bo doza cemaweriyê were vekirin delîlên ku têre bikin nehatine bidestxistin” biryara “hewcehî bi peyketinê nîne” da. Piştî biryara serdozgeriyê dîmenên ku îşkence li Gezerê tê kirin bi rayagiştî re hatin parvekirin, di dîmenan de tê dîtin ku Gezer di erdî re tê kaşkirin, têxin odeya bisunger, gardiyanek ji gardiyanên di hundir de re cop dirêj dike û bi dehan gardiyanên jin ji odeyê derdikevin û xwêdana xwe paqij dikin.    Malbata Gezer jî dîmenên têkildarî îşkencekirina Garîbe Gezer bi raya giştî re temaşekirin. Tevî dîmenên hatin weşandin jî dozgeriyê di lêpirsîna têkildarî îşkencekirin û qetilkirina Gezer de biryara “hewcehî bi peyketinê nîne da”. Xwişka Gezer, Asya Gezer bertek nîşanî biryara dozger da.    ‘TIŞTÊN KU VEGOTIN DI HIŞÊ MIN DE BÛN’   Gezer, anî ziman ku bi parvekirina dîmenan wan jî dîmen temaşe kirin û wiha got: “Beriya niha me dîmen temaşe nekiribûn. Tevî dîmenan jî dozger biryara “neşopandinê” da. Esas min ev tişt hemû dizanîn. Garîbeyê tiştên ku jiyabûn yek bi yek ji min re vegotibûn. Hemû di hişê min de bûn. Min bi wê re ev pevajo jiya. Di 24’ê gulana 2021’an de pêvajoya bi erdê re kaşkirin, derb kirin û îşkence kirinê jiya bû. Di 26’ê gulanê de bi min re axivîbû û ji min re vegotibû. Hem nexweşiya astim hem jî mîgrena Garîbeyê hebû, Dema digeriya, hem diltirs bû hem jî dengê wê nexweş dihat.”   Gezer, bi lêv kir ku ji ber li Garibeyê dabûn wê çalakiya derî lêxistinê pêkanî bû û anî ziman ku weke ku di dîmenan de jî tê dîtin bi erdê re tê kaşkirin. Gezer, da zanîn ku Garîbeyê di axaftina telefonê de diyar kiriye ku piştî wergirtine odeya bi sünger îşkence lê kirine, destên wê bi pişt ve hatine kelemçekirin û wiha got: “Pace vekirî tê hiştin. Ji sarmayê bandor dibe. Piştî 4 saetan destên wê tên vekirin. Li odeya bisunger 24 saetan tê şopandin û li wir tuwalet nebûye û neçar maye ku li ber kamerayan tuwaleta xwe bike. Dema dibînin ku Garîbe parçeyekî sunger jêdike dîsa tên û lêdixin. Îşkence dikin. Gotibû ku civaknasê girtîgehê bi xwe jî gef lê xwarine û gardiyanên jin îşkenceya zayendî lê kirine. Li ser van tiştên qewimîn hewl dide întîhar bike. Şûna wê bibin revîrê dibin cihê serdanê. Li vir bi helwesta cihekar a bijîşk re rûbirû dimîne. Dixwazin daxwaznameyeke ku ‘heke ez bimrim ji mirina min kes ne berpirsyar e’ pê bidin îmze kirin. Ji ber ku qebûl nekir îşkenceya odeya bisunger berdewam kir.”   Gezer, diyar kir ku her firsenda ku Garîbeyê didît îşkenceya lê dihate kirin vedigot û ji bo dîmenan û biryara dozger ev tişt gotin: “Gotin nîne ku bibêjim. Tevî îşkence û zilma xwişka min dîtî, dozger biryara neşopandinê da. Em tu wateyê nadin vê biryarê.”   ‘EM Ê BIBIN AYM’Ê’   Gezer, anî ziman ku nikariye van dîmen û wêneyan ne nîşanî diya xwe ne jî bavê xwe bide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku van dîmenan nebînin min her tim di televîzyonê de qenal guhert. Li ser israra dayika min, min beşek pê da temaşe kirin lê nekarî temaşe bike. Me dizanî ku dê biryara neşopandinê bê dayîn. Ji ber ku di dosyaya îşkenceyê ya ewil de jî biryara neşopandinê dabûn. Di 9’ê kanûnê de Garibeyê jiyana xwe ji dest da, di 10’ê kanûnê de dozgeriyê biryara nepen da. Me wê rojê dizanî ku dê biryareke wiha bê dayîn. Careke din tomar kirin ku li welat edalet nema ye. Weke delîl hêj çi digerin. Ji kesên ku dixwazin edaletê pêk bînin û berpirsyaran ceza bikin re gelek delîl hene. Lê xuyaye ku niyeteke dozger ya wisa nîne. Em ê niha dosyayê bibin AYM’ê. Em ê bibin şopdarên dosyayê. Her tişt diyar e. Delîl û dîmen diyar in. Garîbeyê di nameyên xwe de her tişt vegotibû. Em ê hemûyan weke delîl pêşkeş bikin. Em ê şopdarên dosyayê bin û bi tu awayî destan jê bernedin. Hêvî dikim ku wê dawiyê edalet cihê xwe bibîne.”   MA / Ahmet Kanbal