Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye! 2022-11-26 11:56:10     NAVENDA NÛÇEYAN -  Siyasetmedarê kurd Fuat Kav diyar kir ku PKK'ê ku piştî çalakiya xwe ya yekemîn a çekdarî ku digotin wê 6 saetan jiyan bike lê 45 sal in hebûna xwe didomîne û paradîgmaya Abdullah Ocalan tesîrê li tevahiya cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn kiriye.    Piştî Peymana Lozanê, kurdên ku erdnîgariya wan ji aliyê hêzên emperyalîst ve ku bi pêşengiya Îngilîstanê ve hatiye parçekirin, sed sal in li dijî polîtîkayên îmha û înkarê li ber xwe didin. Berxwedana Şêx Seîd, Agirî, Zîlan û Dersimê bi qetlîaman hat çewisandin. Di Newroza 1973’an de bi civîna herî dawî ya 6 kesan a ji aliyê Abdullah Ocalan ve li Bendava Çubuk a Enqereyê hat lidarxistin, hîmên rêxistineke nû hat avêtin. Di 27’ê Mijdara 1978’an de Ocalan û hevalên xwe navê rêxistina ku li gundê Fîsê yê Licê ava kiribûn eşkere kirin: Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).   Rêxistina ku weke destpêka serdemek nû tê nîşandan, di 15’ê Tebaxa 1984’an de li navçeya Dihê (Eruh) a Sêrt û Şemzînan (Şemzînan) a Colemêrgê yekemîn çalakiya xwe ya çekdarî pêk anî. PKKya ku ji terefê rayedarên dewletê yên serdemê ve wek "3-5 talanker, diz, eşkiya" dihat binavkirin û digotin tenê 6 saet emrê wan heye. Dû re gotin, emrê wan 72 saet e û paşê gotin hefteyek. Suleyman Soylu yê ku ji sala 2015’an vir ve wek Wezîrê Karên Navxweyî wezîfeya xwe didomîne, ji dema ku dest bi wezîfeyê kiriye heta niha herî kêm 41 caran soza "qedandina PKK'ê" daye. Lê PKK’a ku temenê wê 6 saet bû, 45 salan hebûna xwe domand. Dema ku îktidarên soza "dawiyê" dabûn yek bi yek têk çûn û niha kes navê wan nizane, lê paradîgmaya ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatibû dayîn ji aliyê bi milyonan ve hat qebûlkirin.   Rojnameger û siyasetmedar Fuat Kav ku ji ber doza sereke ya PKK'ê 20 sal di girtîgehê de ma, derbarê pêvajoya derketina PKK'ê û encamên wê de axivî.    PÊVAJOYA DAMEZRANDINA PKK'Ê    Kav amaje bi wê yekê kir ku ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê weke kolonî tê dîtin ji berê heta niha gelek serhildan çêbûne û di heyama vî sed salî de kurd tu carî teslîm nebûne. Kav diyar kir ku piştî 1938'an a hat tepisandin li Kurdistanê heta sala 1973'an bêdengiyeke mezin li Kurdistanê hebû û got: "Wê demê îradeya gelê kurd di wateyekê de hat şikandin û împaratoriyeke tirsê hat afirandin. Gelê kurd bi awayekî hebûna xwe berdewam kir. Ziman, kevneşopî û çanda xwe parastibûn, lê belê, ‘Wek gel, wek milet bi tevahî di gorê de bû’.”    Kav  da zanîn ku di dema şiyarbûna siyasî ya li Tirkiyeyê, berxwedana Vîetnamê û têkoşîna 68’an a ciwanên aktîf, li Kurdistanê bêdengî hê jî serwer e û wiha got: "Di sala 1973'yan de Serok Apo got, 'Kurdistan kolonî ye, divê gelê Kurd azad bibe’. Koma xwe li Bendava Çûbûkê ava kir. Destpêka derketina PKK'ê di vê serdemê de ye. Em vê weke serdema yekemîn dizanin ku serdema îdeolojîk e. Ev wekî pêvajoya lêkolîn û çêkirina tezên teorîk tê dîtin."   CUDABÛNA KADROYÊN PKK’Ê   Kav detnîşan kir ku derketina PKK’ê ji bo kurdan pêvajoyeke dîrokî ye û destnîşan kir ku PKK ji aliyê bîrdozî, siyasî, rêxistinî û stratejîk ve bi awayekî cuda derketiye holê û wiha domand: "Tevî ku di pêvajoyên berê de rêxistin, partî, sazî û komeleyên Kurdistanî hebûn jî, di statuya Kurdistanê de ti guhertin çênebû. Tişta ku PKK'ê derxist holê ji bo gelê Kurdistanê zayineke nû ye. Şêwaz û ramanên kadroyên PKK'ê ji yên din cuda bûn."   Kav gotina Ocalan a “Pêwîste her PKKyî bibe weke hawariyek” bi bîr xist û diyar kir ku kadroyên PKK’ê weke kadroyên rêxistinên din tevnagerin. Kav diyar kir ku ji ber vê sedemê geşedanên cuda hatin qewimîn û got: "PKK jî wê bûbûya weke Kawa, Riya Azadiyê û DDKD'ê. Yan jî weke tevgerên şoreşger ên li Tirkiyeyê. Lewma avakirina PKK'ê hem tê wateya derketina îdeolojiya nû û derketina siyaseteke nû ji bo gelê Kurdistanê.”    ARMANCA TASFIYEYÊ    Kava diyar kir ku ji roja ku PKK derketiye holê heta niha feodal, axa û şêxên ku dewletê li herêmê hebûna xwe li ser wan diparast kiriye hedef û ji ber vê yekê jî dixwazin tasfiye bikin. Kav wiha axivî "Mînak Hakî Karer di 18'ê Gulana 1977'an de li Dîlokê hat qetilkirin. Halîl Çavgun di sala 1978'an de hat qetilkirin. Karer ji aliyê koma ajan a bi navê Stêrka Sor ve hat qetilkirin. Kesê herî nêzî Serok Apo bû. Ya girîngtir jî hevalekî ne kurd bû ew ji Deryaya Reş bû. PKK gav bi gav bi pêş ket, giha astekê, li Dîlok, Xarpêtê û Rihayê ku piranî xwendekar lê bûn, di nava ciwanan de bû hêzeke otorîter. Derbeya 12'ê Îlonê pêk hat. PKK'ê di darbeya 12'ê Îlonê de li Kurdistanê xwe kiribû hêzeke otorîter. Kenan Evren jî viya digot. Evren digot, ‘ez çûm herêma Başûrê Rojhilatê Anatoliyê, desthilatdariya dewletê nemaye, PK derketiye pêş û bûye desthilatdar’. Bi darbeyê dihat armanckirin ku PKK were tasfiyekirina."    BANDORA PKK’Ê    Kav anî ziman ku kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên piştî derbeya leşkerî di girtîgehê de bûn hedef hatin girtin û Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş û kadroyên din tevî vê yekê teslîm nebûne û "ruhê fedekariyê" dan nîşandan. Kav bal kişand ser guhertinên piştî damezrandina PKK'ê û wiha got: "Heke em bipirsin, PKK'ê çi afirand? Gelê kurd ji nû ve afirand. Gelê kurd careke din derxist holê. PKK'ê îradeya xwe eşkere kir. PKK ji nû ve avakirina neteweyek li Rojhilata Navîn ava kir. PKK û netew avakirina civakî, manewî û rewşenbîrî ye.”   ÇIMA NEHAT TASFIYEKIRIN?   Kav anî ziman ku sedema bingehîn a ku nikaribû PKK'ê tune bike îdeolojî, taktîk û stratejiya wê bû û wiha got: “TÎKKO bi qetilkirina Îbrahîm Kaypakkaya hat tasfiyekirin. DHKP-C bi qetilkirina Mahîr Çayan bi dawî bû. Wê demê divê hûn çi bikin, ew çiqas hewl bide, çiqas hewl bide bila neyê şikandin û neqede. Serok Apo di 6 mehên xwe girtîgehê de gotiye, ‘Gelo dema ku ez rêxistinek ava bikim, ez ê bi vî rengî bêm tasfiyekirin. Divê ez rêxistineke ku neyê tasfiyekirin ava bikim’. Pêwîste kadroyeke ku bi tevahî xwe bi şoreşê ve girêdayî ye, ne ferdperestî û şêwazê azadiyê bi cih bîne, bê avakirin. Şêwaza jiyanî ye. Ev prensîbên bingehîn bûn sedem ku PKK têk neçe."   BANDORA ŞOREŞA ROJAVA    Kav wiha got: "PKK tevgereke ku plansaziya dema niha, navîn û demdirêj li ber çavan digire, dost û dijminên xwe li gor wê tayîn dike, rêxistina xwe li gor wê birêxistin dike û li gor wê şekil dide kadro, perwerde, siyaset û dîplomasiya xwe.” Kav bal kişand ku PKK'ê di pêvajoyên piştre de ji ber van sedeman bandor li herêmê kir û got: "Şoreşa Rojava û Rojhilata Navîn ji PKK'ê bandor bûye. Cîhan ji PKK'ê bandor bû. Şoreşa Rojava encama tevgereke ku pêvajoya pêşketina PKK'ê bênavber didomîne ye. Em viya bi hêsanî dibînin."   TESÎRA PARADÎGMAYA OCALAN    Kav destnîşan kir ku komploya li dijî Rêberê PKK'ê Ocalan bi hevkariya hêzên navneteweyî nekariye vê bandorê bişkîne û nekare armanca "tasfiyeyê" bi ser bikeve û wiha got: "Em ê Serok Apo bigrin, em ê wî bixin girtîgehê, piştre jî dawiya PKK'ê wê bê." Lê belê weke ku difikirîn pêk nehat.Lê Serok Apo bi paradîgmaya xwe ya nû careke din îspat kir ku ev yek ne pêkan e, îro cîhan di bin bandora PKK'ê de ye, Serok Apo bi paradîgmaya nû, bi bîrdoziyeke nû, bi stratejiyeke şoreşgerî. Pergaleke nû ya ku divê li pêşiya tevgerên şoreşger ên cîhanê bê avakirin. Argûman û tez pêşkêş kir. Ev valahî bi Serok Apo tije bû. Paradîgmaya Serok Apo ji aliyê tevgerên şoreşger ên navneteweyî ve tê nîqaşkirin û axaftin. Li ser çawaniya guftûgoyê nîqaş tên kirin. ji bo welatên xwe bihêlin. Rojava di vê mijarê de cih girtiye."   FELSEFEYA 'JIN JIYAN AZADÎ'   Kav diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi paradîgmaya Ocalan jiyaneke nû tê avakirin û li gelek welatan îlham daye mirovan û got: "Îro dibe ku sibe Rojava bibe cihekî din li Rojhilata Navîn. Dibe îro û sibê Îran be jî. Tenê li Îran û Rojhilata Navîn, li çar aliyê cîhanê gel bi dirûşma 'Jin jiyan azadî’ dimeşin. Bi pêşengiya jinan dirûşmeyên şoreşê berz dikin û serhildanê dikin. Serok Apo di parêznameyên xwe de dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ nivîsandiye û ev slogan azadiya jinê îfade dike."