Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin 2022-11-26 11:21:33   EDENE - Hin kes an jî kesên nasnameya wan nediyar, nîvê şevê bi keviran êrişî Rêxistina Navçeya Çûkûrovayê ya HDP’ê kirin. Piştî êrişê xesara madî li avahiyê navçeyê çêbû.    Duh bi şev hin kes an jî kesên nasnameya wan nediyar, bi keviran êrişî avaiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Çûkûrovaya Edeneyê kirin. Di êrişê de camên paceyên avahiyê partiyê şikestin û xesara madî pêk hat. Hat zanîn ku têkildarî êrişê tu kes nehatiye binçavkirin.    ‘ÊRIŞ NE DERVEYÎ GEŞEDANÊN DAWÎ YE’   Hevserokê HDP’a Edenê Mehmet Karakiş bertek nîşanî êrişê da û wiha got: “Divê êriş perçeyeke geşedanên demên dawî bê dîtin. Ji her hêlê ve mafê siyasetkirinê yê HDP’ê tê astengkirin. Li aliyekê qedexe hene, li aliyê din jî êriş. Ji kesê van êrişan dixwaze nanekê bixwe, nikare tiştekê bi dest bixe. Ji bo gelên Tirkiyeyê HDP, hêviyeke mezin dibe ye. Her ku ev hêvî mezin dibe em ji bo kesên ji pêvajoyên tarî hes dikin re dibin xewnereşkeke mezin. Hêz, wêrektî û cewhera me heye ku em ji heqê van hemû êrişan dervikevin.”