Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin 2022-11-26 10:48:57   WAN - Bi ser qetilkirina Adnan Işik ku piştî xebatkarê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar hatibû qetilkirin dest ji karê xwe berdabû û dest bi belavkirina rojnameyan kiribû re 29 sal derbas bûn.    Bi ser qetilkirina belavkarê Ozgur Gundem û Ozgur Halkê Adnan Işik re 29 sal derbas bûn. Işik, piştî qetilkirina xebatkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar, demekê şûnda dest ji karên xwe berda û dest bi belavkariya rojnameyê kir. Işik, dema ku şevekê ji kar vedigeriya mala xwe di encama êrişeke çekdarî de hate qetilkirin.    DEST BI BELAVKARIYÊ KIR   Işik bi malbata xwe re ji gundê Tûm a navçeya Seraya Wanê, koçî navenda bajêr kir û li bajarên cuda di karên înşeatan de xebitî. Işik, piştî ku bi salan li bajarên din xebitî li Lokala Avahîsaz û Endezyaran dest bi garsontiyê kir. Piştî ku belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19’ê çileya 1993’an de ji aliyê 6 kesan ve hate qetilkirin, biryara xwe da û çû buroya Ozgur Gundem a Wanê. Işik daxwaza xwe ya xebatê ji berpirsên belavkariyê re radigihîne û piştî ku daxwaza wî tê qebûlkirin dest bi belavkariyê dike. Işik, demekê belavkariya rojnameyan kir, polîsan ji bo ku ew vî karî neke gelek caran gef lê xwarin. Işik tevî van tiştan dest ji belavkirina rojnameyê berneda û gelek caran ji ber karê xwe hate binçavkirin.    GEFA KUŞTINÊ   Işik, piştî ku dest bi karê belavkariyê kir plakayên Torosên Spî ên ku tim wî dişopandin qeyd dikir û bi hevalên xwe yên buroyê re parve dikir. Xebatkarên buroyê jî ev plaqe ji Waliyê Wanê Mahmût Yilbaş re parve dikirin û rewşê jê dipirsîn. Yilbaş her carê bi gotina “Ez ê eleqedar bibim” ev yek piştguh kir. Di pêvajoya ev gef zêde dibin de roja 26’ê mijdarê, Işik  şevekê ji bo ku biçe mala xwe siwarê otobusê dibe û li dema li taxa xwe ya Erekê ji otobûsê peya dibe rastî êrişa çekdarî tê. Kesê ku êrişî Işik kiribû li Torosa 50 metre şûndatir disekînî siwar bû û ji cihê bûyerê reviya.    HATE QETILKIRIN   Işik ê dora saet 17.00’an rastî êrişa çekdarî hatibû û birîndar bûbû û wî rakiribûn Nexweşxanaya Dewletê ya Wanê. Serbijîşkê Nexweşxanaya Wanê gotibû ku ji ber derfetên wan nîn in, divê Işik ji Enqereyê re bê şandin. Ji ber rewşa hewayê guncav nebû Işik nebirin Enqereyê û Işik di 27’ê mijdara 1993’an de li dora saet di 11.00’an de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Işik ji nexweşxaneyê hate derxistin û piştî vecîbeyên olî hate veşartin. Piştî bûyerê malbata Işik gelek caran ji bo ku kujer bên dîtin doz vekiribin jî kujer bi tu awayî nehatin dîtin û dosye hate girtin.    ‘MIROVÊ XEBATKAR, BAŞ Û DELAL’   Pismamê Işik, Omer Işik derbarê Adnan Işik de axivî û ev tişt gotin: “Yekî xebatkar û girêdayî doza xwe bû.  Piştî Orhan Karaagar hate hate qetilkirin, Adnan dest bi belavkariyê kir. Piştî demekê jî hate qetilkirin. Gotin kujer nediyar e lê belê her kesek dizane bê ka kujer kî ye. Ji ber kujer li ber çavê her kesê Adnan qetil kir û li Torosa Spî siwar bû û çû. Lê belê gotin kujer ne diyar e û serê bûyerê girtin. Adnan mirovekî gelek kedkar, gelek baş û delal bû. Dema ku di 19’ê çileyê de Orhan Karaagar hate qetilkirin, Adnan dizanî di vî karî de mirin heye û li gel vê yekê dest bi kar kir. Bi vî awayî xwest layiqî çapemeniya azad û gelê xwe bibe. Ger îrade, fikir û ramanek mezin nebûya nedikarî bixebite.”