Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne 2022-11-26 10:31:59   STENBOL - Parêzera girtiyê ku her du destên wî nînin Ergîn Aktaş, Gulîzar Tûncer diyar kir ku dewlet bi hestên tol hilanînê nêzîk dibe û berdana girtiyên nexweş asteng dike û bi lêv kir ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêdivî bi sekneke civakî heye.   Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Yek ji girtiyê di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de jî Ergîn Aktaş ê di sala 2011’an de hate girtin, du caran cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn û niha li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê de ye. Dema hate girtin ji ber du desten wî tune bûn ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve rapora “nikare tena serê xwe di girtîgehê de bimîne” hate dayîn. Aktaş ê tevî ku ATK’ê 6 caran heman rapor dayê jî nehat berdan, di heman demê de nexweşê KOAH’ê ye.    Aktaş ê destekî wî ji enîşkê ve destekî wî jî ji zendê ve nîne, ji sala 2019’an ve bi girtiyê nexweş Serdar Yildirim ê ji navtangê û pê de felc e re dimîne. Aktaş ê desten wî ninin û Yildirim ê ji navtangê pê de felc e yên di heman qawişê de dimînin zehmetiyê bikişînin jî di girtîgehê de dibin dest û lingên hev û li ber xwe didin.    BI PÊŞ DARAZA DADGEHÊ LI HUNDIR TÊN RAGIRTIN   Parêzera Aktaş Gulîzar Tûncer, diyar kir ku piştî rapora ATK’ê ya sala 2011’an ji bo berdana muwekîlê xwe îtîraz kirin lê dadgehê bi hinceta “îhtîmala ku dîsa jinûve çalakiyê bike heye” îtîraz red kir. Tûncer, da zanîn ku careke din îtîraz kirin û ji dadgehê re gotiye “Dê çawa jinûve çalakiyê bike? Bi destên neyî dê çawa bombeyê biavêje?” lê pişt re dadgehê gotiye “Belê ew nikare lê dikare çêkirina bombeye hînî hevalên li cem xwe bike û wan sewqî çalakiyê bike” û îtîraza wan qebûl nekiriye. Tûncer, da zanîn ku di raporên ATK’ê yên pişt re jî hatine dayîn muwekîlê wê nehatiye berdan.    SERÎ LI AYM’Ê DAN   Tûncer, diyar kir ku kesên cezayê hefsê yê muebbeta girakirî li wan hatine birîn li ber mirinê jî bin qet nayên berdan û wiha got: “Cihên ku jê re dibêjin nexweşxaneyên ewlehiya bilind navendên îşkenceyê yên Tîpa R a Metrîsê ne. Şertên van deran jî di holê de ne. Ev mirov tena serê xwe di hucreyan de terkî mirinê tên kirin. Ji bo Ergîn Aktaş bi komî me 18 caran îtîraz kir. Têkildarî biryarên ku dadgehê dan me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Me ji DMME’yê tu encam negirtin. Herî dawî dîsa me serî li AYM’ê da û em li benda encama wê ne.”   JI AKTAŞ Ê DESTÊN WÎ NEYÎ RE KELEMÇEYÊ FERZ DIKIN   Tûncer, diyar kir ku tevî astengiyê Aktaş ji kezeba xwe jî nexweş e, nexweşê KOAH’ê ye dermanên giran bikartîne û wiha berdewam kir: “Bi Serdar Yildirim ê ji navtanga xwe û pê de felc e re dimîne. Destên yekê, lingê yekê nînin. Girtiyên di rewşa herî giran de li Girtîgehên Tîpên R di şertên nepaqij û bêtendurist de tên ragirtin. Dema dibin nexweşxaneyê û tînin bi kelemçeyê dibin û îşkenceyê lê dikin.”   BANG LI MÛXALEFETA DEMOKRATÎK KIR    Tûncer, destnîşan kir ku neberdana girtiyên nexweş polîtîkayeke dewletê ye û anî ziman ku divê welatî li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de sekneke bi bandor nîşan bidin. Tûncer, xwest ku xwedî li girtiyan bê derketin û wiha pê de çû: “Ne bi hişmendiyeke ku mexdûr in em xwedî li wan derkevin. Ew mirovên ku di nava têkoşînekê de ne û bi wî awayî di girtîgehê de tên ragirtin. Kesên ku îdia dikin ku li derve têkoşîna civakî bi rê ve dibin ewilî xwedî li van girtiyan derkevin. Divê ji bo wan dengên xwe bilind bikin. Lê em vê nabînin. Xwedî derketineke bi rêxistinên mafên mirovan, parêzer, malbat an jî saziyên malbatan re bi sînor heye.”   ‘AQLÊ DEWLETÊ YÊ TOLHILÎNER’   Tûncer, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi taybetî di guhertina rewşa girtiyên nexweş de tiştek nîne. Ji berê ve dewletê şoreşger, mirovên welatparêz bi îşkenceyan, înfazan an jî bi operasyonên di girtîgehan de rêya îmhakirin û qetilkirinê hildibijart. Niha jî rêbazeke cudatir hildibijêre. Girtiyên nexweş ên bi dehan sal in girtî ne derman nake û tevî nexweşiyên wan ên giran bernade û terkî mirinê dike. Esas dema em lê dinerin di hişmendiya dewletê de tiştekî ku were guhertin nîne. Ji ber vê yekê dema bi kevneşopiya tolhilîner tevgeriya jî her tim ji girtîgehan cenaze derdikevin.”   MA / Rûkiye Adıguzel