Endamê MFT'ê: Ji bo mudaxaleyî Bogaziçî bikin provokasyon ‘loqma’ pêş xistin 2018-03-25 16:27:20 STENBOL - Derket holê ku polisan bi ser Kampusa Bakur a Zanîngeha Bogaziçî de girtin. Endamê MFT'ê Engin Kara, diyar kir ku 7 hevalên wan hatin binçavkirin û wiha got: "Ji ber ku AKP’ê firsenda mudaxaleyî zanîngehê bike tune bû provokasyon 'Loqma' pêş xistin.  Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan duh li Kongreya  AKP'ê ya Samsûnê xwendekarên Zanîngeha Bogaziçî yên pankart vekirin hedef nîşan da û got: "Em destur nadin ciwanên Komunist li zanîngehê bixwînin. Ew tev komînîst û terorîst in" û xwendekar kirin hedef. Li ser vê yekê polîsan bi ser malên xwendekaran de girt. Derket holê ku polîsan bi ser pirtûkxaneya Kampusa Bakur a Zanîngeha Bogazîçî de jî girtine. Polisên ku bi ser pirtûkxaneyêde girtin xwendekarên ku li pirtûkxaneyê li dersê dixebitîn yek bi yek nasnameyên wan di GBT'ê re derbas kirin. Polîsan serê sibê jî ser malên xwendekaran de girt û Endamê Koma Fikra Marksist (MFT) D.E., Ş.Y.T. û A.K. binçavkirin.    Polîsan di 19'ê Adarê de jî 7 xwendekar binçav kiribûn û 4’ ji wan endamên Koma Fikra Marksist bûn.    QARÊZER: NE SEROKOMAR, DIVÊ DARAZA SERBIXWE BIRYARA SÛC BIDE   Parêzera 3 xwendekarên ku hatin binçavkirin Înayet Aksu, diyar kir ku xwendekar bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' hatin binçavkirin û wiha got: "Xwendekar bi hinceta li dij3i xala 2911'an a meş û xwepêşandanê derketin hatin binçavkrin. Ya ku biryara sûc, binçavkirin û girtinê bide ne Serokomar Erdogan e. Dadgeha serbixwe ye. Lê em dibînin ku Serokomar xwendekaran dike hedef û polîs wan binçav dike.    ENDAMÊ MFT'Ê KARA: PROVOKASYON DERXISTIN   Endamê Civaka Fikra Marksist (MFT) û Xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bogazîçî Engin Kara, diyar kir ku ji ber firseta ku îktîdar mudaxaleyî Zanîngeha Bogazîçî bike tune ye provokasyonek bi vî rengî ava kir û wiha got: "Îktîdarê piştî têkildarî bûyera loqma firsendek bi dest xist xwest vê yeke bike şova siyasî. Li ser vê yekê di kongreyên xwe de em kirin hedef û gotin: 'Em destûr nadin ku xwendekarên komünist li dibistanan bisekinin. Erdogan deba bi navê Serokê AKP'ê di axive fermana operasyonê dide. Li ser vê yekê polîs û dozger ketin nava tevgerê. Em li pişt hevalên xwe yên xwendekar in. Gelek hevalên me sosyalist in. XWe ji bo têkoşîna  çînî feda dikin. ÎKtîdar li dijî têkoşîna çînî dixwaze pira di navbera gelan de qut bike.    CIWANÊN AKP'Ê LI BER DERIYÊ ZANÎNGEHÊ KOM KIRIN   Kara anî ziman ku roja ewil li zanîngehê Loqma belav kirin û di roja duyemîn de jî ciwanên AKP'ê li ber deriyê zanîngehê kom kirin û wiha axivî: "Ciwanên AKP'ê li ber deriyê zanîngehê kom kirin. Ew ne xwendekarên zanîngehê bûn. Wê demê dest bi provokasyonê kirin. Li wir nîşana operasyonê dan.  Anîna ciwanên AKP'ê provokasyon bû. Rektorê Zanîngeha Bogaziçî xistin bin zextên siyasî. Bi hêzên çekîk ketin zanîngehê û mudaxale kirin."   Kaya, anî ziman ku Rektorê Zanîngeha Bogazîçî  Prof. Dr. Mehmed Ozkan jî piştgirî da operasyonê û wiha got: "Rektor wekî qeyûm hatiye tayînkirin. Piştî hiqûqa YOK'ê ya diyarkirina rektor guhert Tayyip Erdogan ew raste rast tayîn kir. Azadiya ramanê û îfadeyê di bin gefan de ye.    Xwendekarê Zanîngeha Bogaziçî Batuhan jî anî ziman ku li zanîngeha wan azadiya raman û îfadeyê di bin gefan de ye.    MA / Bilal Seçkin