Bersûcê îstîsmara zarok hat berdan 2018-03-25 15:56:50 AMED - Li Rezanê, Sezer Bulanik ê zaroka 16 salî H.T.A. ya nexweşa epîlepsî li wesayîta xwe siwar kir û istismara zayendî kir, pitşî îfadeya wî ya Midûryeta Polîsan hat girtin û şûnde hat berdan. Li navçeya Rezana Amedê di 23’yê Adarê de Sezer Bulanik ê zaroka 16 salî H.T.A. ya nexweşa epîlepsî li wesayîta xwe siwar û bir mala xwe, îstîsmar zayendî kir. Li ser vê yekê malbata H.T.A giliyê Bulanik kir û hat binçavkirin. Bulanik ê hat binçavkirin, piştî îfadeya wî ya li Midûryeta Polîsan hat girtin,  hat  berdan.    Hat diyar kirin ku H.T.A. di îfadeya xwe de gotibû ku rastî îtîsmara zayendî hatiye, lê ji ber ku gilî   nekiriye, sûcar hat berdan. Parêzer Yusuf Çakas ê beşdarî îfade girtin a  H.T.A bû, diyar  kir ku ji ber aqilê H.T.A ne di cih deye divê gilî nekirina wê, neyê qebûl kirin û Bulanik bê girtin.