Gel ji ber avakirin û xerakirina qeyûmê bêzar bû 2018-03-25 12:38:06   WAN - Qeyûmê şaredariya Rêya Armûşê, ji ber ku rêyên navçeyê ava dike û disa xera dike gelê navçeyê bêzar kir. Welatiyên ku êdî nikare di rê û peyarêyan re bimeşe dixwazin êdî qeyûm vê rezaletiyê bi dawî bike.    Qeyûmê Rêya Armûşê piştî tayînî şaredariya Armûşê hat kirin, ji bo xwe wekî dixebite nîşandan bê navber rêyên ku berê hatibûn çêkirin, xera dike çê dike, xera dike û çê dike. Welatiyên navçeyê ji ber ku her dem rêyên wan di înşaetê dene û êdî peyarê tev hatine xerakirin bêzar bûn. Welatiyan diyar kirin ku ji ber her dem rêyên wan kolandî ne û peyarê tev hatine xerakirin dema baran dibare êdî nikarin di rêde bimeşin. Qeyûm piştî tayin bû, Kolana Milli Egemenlik a herî tevgera wê zêde nêvî kola û wisa hişt. Dîsa gelek rêyên din ku nêvî kolan û wisa hişt dibe sedema qezayên trafîkê. Welatî û ajokaran bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku êdî nikarin bi rêve bimeşin.    Ajokaran diyar kirin ku qeyûm rê kolan û piştre dîsa asfalt nekirin û jiber rê dîsa nehatine aslfalkkirin hem toz dêde ye, hem koncal  zêde ye û dibe sedema ku welatî û maşîne di çûn û hatinê de gelek zor û zahmetiyan bijîn.    Li gelek kolanên ku xebata rê lê tê kirin jî lewheyê înşaeta rê nehatiye danîn û ev yek dibe sedema qezayan.