‘Zorê bikin ku Tirkiye hêza xwe ji Iraqê vekişîne' 2018-03-25 12:10:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Rayedarên Iraqê êrîşên TSK'ê yên li ser gundên Kurdan careke din şermezar kirin û ji bo derxistina leşkerên TSK'ê yên li ser axa Iraqê xwestin hêza çekdarî bikar bînin.  Wezareta Karên Derve ya Iraqê, êrîşa hewayî ya TSK'ê ya li ser Başûrê Kurdistanê û kuştina sivîlan careke din bi tundî şermezar kir. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ahmed Mehcub wiha got: "Em her şêwe êrîşa li ser bakurê Iraqê û bombekirina cih û warê sivîlan red dikin."   Rayedarê Iraqî diyar kir, beriya her operasyoneke leşkerî ya Tirkiyeyê ya li nava sînorên Iraqê divê bi hikumeta Iraqê re di nava koordîneyekê de tevbigere.   PARTIYA MALÎKÎ: TIRKIYE JI HÊZA ÇEKDARÎ FÊM DIKE   Nerazîbûna li ser hebûna hêzên leşkerî yên TSK'ê ên li Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Ji bo derxistina leşkerên Tirkiye yên li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya hin parlamenterên Başûrê Kurdistanê kampanya îmzeyan dest pêkiribû. Îmzeyên ku di vê çarçoveyê de hatin komkirin wê radestî Parlament û Hikumeta Navendî ya Iraqê bên kirin. Parlamentera Partiya Koalîsyona Dewleta Kanûnê ya Nûrî Malîkî Zeynep Hezrecî duh daxuyaniyek da û xwest, ji bo Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê vekişîne, hêza leşkerî bê bikaranîn. Hezrecî diyar kir, ji bo Tirkiye hêzên xwe vekişîne Bexdayê ji aliyê dîplomatîk ve gelekî hewl da, lê belê nekarî encamekê bi dest bixe û wiha got: "Ji bo Tirkiye hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne divê hêz were bikaranîn. Ji ber ku Tirkiye ji bilî hêzê ji tiştekî din fêhm nake. Divê Erdogan baş zanibe ku Iraq Sûriye nîne. Divê Bexda bang li Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê bike û bi fermî ji Tirkiyeyê re ragihîne ku divê hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne."