Parlamenterên YNK'ê: Biryara derxistina leşkerên tirk pêk bînin 2018-03-25 12:03:10 SILÊMANÎ - Parlamenterên YNK û Komunîst diyar kirin ku biryara hejmar 37 a parlamentoyê ji bo derxistina baregeh û navendên leşkerên Tirk ji ser xaka Başûr pêk nehatiye û xwest biryarê pêk bînin.  Li Herêma Kurdistanê bi dehan baregeh û navendên artêşa TSK'ê hene. Ev yek dibe sedema metirsiyê kurdan û parlamenterên kurd ên heremê. Parlamenterên YNK'ê der barê derxistina leşkerên Tirkiye de ji ROJNEWS'ê re axivîn. Têkildarî mijarê parlamentera YNK’ê Geşe Dara û parlamenterê Hizba Komunîst Ebukarwan Fars helwesta xwe aşkere kirin.  Parlamentera YNK’ê li parlamentoya Herêma Kurdistanê Geşe Dara diyar kir ku ev çend şar û êrîşên dewleta Tirk çêdike, ji bo berfirehkirina desthilata xwe ye û divê di asta navnetewî de pêşî lê bê girtin. Geşe Dara wiha got: “Pêwîste parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê êdî dijî van êrîşên hemberî welatiyan tên kirin helwestên cidîtir nîşan bidin. Divê parlamento biryara xwe ya hejmar 37 a 2003’ê bixe meriyetê. Ev biryar jî hikûmetê ji derxistina baregeh û navendên artêşa Tirk erkdar dike.”   BARAGEH DI BIN KONTROLA PDK'Ê DE NE   Geşe Dara diyar kir ku baregehên Tirkiyê hemû li herêma di bin kontrola PDK’ê de ne û got; “Ger PDK rê nede û lihevkirin nebe, ev baregeh çewan li wê herêmê ne? Divê ji bo xizmetkirin û parastina ewlehiya gelê xwe pêwîste em navbera xwe li gel Iraqê baş bikin.”   Parlamenterê Hizba Komunîst Ebukarwan Fars jî li ser heman mijarê wiha peyîvî; “Parlamentoyê ji bo leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê nemînin biryarek derxistiye. Belê mixabin heya niha nehatiye pêkanîn. Pêkanîna vê jî peywendî bi helwesta hizib û aliyên siyasî ve heye ku pêwîste em hemû kom bibin û lihev bikin. Ji ber pêkanîna vê biryarê tenê bi daxwaza komên parlamentoyê çênabe. Pirs ewe ku biryara parlamentoyê heye, lê çima nayê pêkanîn?"    BIRYARA HÊJMAR 37 ARMANC DIKE KU LEŞKER DERKEVIN   Di sala 2003’ê de parlamentoya Herêma Kurdistanê biryara hejmar 37 derxist ku bi yasaya hejmar 37 a sala 2003’ê ku naveroka wê wiha ye; “Parlamento daxwaz dike ji ‘hêzên aştîparêz (P.M.F)’ (ku Tirkiyê ev nav li hêzên xwe kiriye) dawî li hebûna xwe ya li Herêma Kurdistanê bînin û vegerine Komara Tirk a dost. Erk û mafê xwe temam kirine.” Di beşek din ê biryarê de wiha hatiye gotin; “Erkê Desteya Wezîrane ku vê biryarê bixin pêkanînê.”