‘Tayînkirina Walî ya li Efrînê dagirkerî ye' 2018-03-25 10:20:20 ENQERE - Her çend di destpêka şerê li dijî Efrînê Serokomar û hikûmetê got “Em li Efrînê ne mayinde ne, em dagirkeriyê nakin' jî piştî TSK û OSO ketin nava Efrînê û malên gel talan kirin, vê carê Erdogan got 'Em dê Walî tayînî Efrînê bikin. Pisporan helwesta Serokomar Erdogan û hikûmetê rexne kirin û diyar kirin ku daxwaza avakirina artêşa OSO û tayînkirina Walî ya Efrînê dagirkerî bi xwe ye. Tirkiye bi vê yekê dixwaze li ser axa Sûriye bi cih bibe.  Tirkiye di 20'ê Çile de bi hêza TSK û OSO ku ji pêkhateyên El Qaîde û DAIŞ'ê pêk tê li dijî gelê Efrînê dest bi şerê hewayî û bejayî kirin. Şerê Tirkiye yê li ser axa Efrîn3e di roja 65'an de berdewam dike. Tirkiye piştî 58 rojan bi balafir, tang û topan li ser axa Efrînê şer kir û zêdeyî 500 welatiyên sivîl kuştin, gelê nava bajar ji bo rastî komkujiyê neyê bajar vala kirin. Piştî gel Efrîn vala kir, TSK û OSO ketin nava Efrînê û mal û milkên welatiyan talan kirin û wêran kirin. Tirkiye wekî ku li Efrînê bi ser ketibe nîşan da û ala Tirkiye û ala OSO li nava bajar vekir. Erdogan û hikûmetê ku di destpêkê de got armanca wan ne dagirkerî ye, niha dixwazin mayinde bibin. Çend roj berê Serokomar Erdogan got "Em dê walî tayînî Efrînê bikin. Berê jî qeymeqam tayînî navçeyên Cerablus û Babê kiribûn. Hikûmeta AKP'ê ji bo Bab û Cerablûsê jî heman tişt gotibû. Dîsa gotibû armanca me dagirkerî ye. Lê niha wekî perçeyek axa Tirkiye digirin dest. Hikûmeta AKP-MHP'ê niha jî armanc dike ku meclîsek cuda li Efrînê ava bike û artêşa OSO ku ji 25 hezar leşkeran pêk tê avabike.    Li gorî nûçeyên hatin weşandin hatiye plankirin ku wekî 3 baskên artêşê bê avakirin. Baskê 1'emîn ê Artêşê ji 4 hezar leşkeran pêk tê. Ji 12 komlên OSO tê avkarin. Tugaya Muntasır Billah, Tugaya Samarkand, Tugaya Fatih Sultan Mehmet tê avakirin.    Baskê 2'emîn ê artêşê ji 17  komên OSO pêk tê. 8 hezar leşker dê di navde cih bigirin. Tugayên Sultan Murat, Hamza, Sultan Osman, Ahrar-u Şarkiye, Faylakkuş Şam dê di nav artêşê de cih bigirin. Beskê 3'emîn ê Artêşê ji 13 hezar leşkeran pêk tê. Di nava vê baskê de Tugayên Cephetuş Şamiye, Ahraruş Şam, 51. û Ceyşul İslam pêk tê. 9 komên OSO di nava vê baskê artêşê de cihê xwe digirin. Yên di nava vê artêşa 25 hezar leşker de cih digirin leşkerên berêdi nava DAİŞ'ê de cih girtine ji hene. Tirkiye armanc dike ku vê artêşa ji 25 hezar leşker pêk tê bi xwe ve girê bide.    ‘TESCÎLKIRINA DAGIRKERIYÊ YE'   Pispora Rojhilata Navîn Hamide Yigit, diyar kir ku hewldana avakirina Artêşa OSO û tayinkirna Walî ya li Efrînê hişmendiya dagirkeriyê bi xwe ye û wiha got: "Hewldana Tirkiye ya li ser Sûriye dagirkerî bi xwe ye. Tayînkirina walî vê yekê teyît dike. Tirkiye wisa bawer dike ku ev hewldana wê di qada navneteweyî de dê zêde nebe pirsgirêk. Ji ber ku dema Tirkiye ket axa Sûriye, NATO  û YE'ê piştgirî da. Ev hewldanên Tirkiye dixwaze li Rojhilata navîn axê bi dest bixe û li ser vê axê mayinde bibe. Dixwaze nifûsa li ser vê axê biguherîne. Çawa ku şaredariyên kurdan bi dest xistibûn hemû qeyûm tayîn kir û hemû cewherê rêveberiyê guhert, li vir jî dixwaze heman tiştî bike. Ev dagirkerî bi xwe ye.    ‘DÊ LEŞKERÊN LI IDLÎBÊ BIŞÎNE EFRÎNÊ'   Yîgît, bal kişand ser avakirina OSO  ya nû jî û wiha got: "Tirkiye di civîna Astana de biryar girt ku hemû komên li vê herêmê di bin baneyên xwe de bike yek. Piştî ku Rusya hêza xwe da Îdlibê dixwaze hêzênk li Idlibê bikişîne nava Efrînê û di bin baneyê OSO de kom bike. Şervanên li Helepê tev şandin Cerablûsê."    MEDYA EREB WEKÎ DAGIRKERÎ PÊNASE DIKE   Rojnameger Husnü Mahallî jî anî ziman ku Tirkiye berê qeymeqam tayînî Cerablus û Babê kir û niha jî dixwaze walî tayînî Efrînê bike. Efrîn ne baş e. Navçe ye. Lê dîsa hewl dide walî tayîn bike. Niha armanc dike ku artêşa OSO ya ji 25 hezar - 50 hezar kesên pêk tê ava bike. Ev planên Enqere yên li ser Rojhilata Navîn nîşan dide. General Haldun Solmazturk aşkere got. Tirkiye dixwaze li Rojavayê Firatê arteşêk girêdayî xwe ava bike. Rojhilat jî ji Amerika re dihêle. Ev yek li dijî serxwebûn û yekîtiya axa Sûriye ye. Tayînkirina qeymeqam û walî li dijî peyman û civînên Astana ye."