Ava Mûnzûrê peşkêşî sermayeyê dikin 2018-03-25 09:21:31 DERSIM – Waliyê Dersimê, dixwaze bi projeyekê ava ji Avzêmên Mûnzûrê diherike, 80 kîlometre ji dûrî bajêr bi boriyan bikişîne nava bajar. Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Alî Haydar Benlî, diyar kir ku dixwazin ava Mûnzûrê pêşkeşî sermayeyê bikin.  Xwezaya Dersimê bi projeyeke talûke ya din re jî rû bir û ye. Walî Tûncay Sonelê wekî qeyûm tayînî Şaredariya Dersimê hat kirin, daxuyand ku ew ê ji Avzêmên Mûnzûrê yên li navçeya Pulurê ku 80 kîlometre dûrî navendê ne avê bikişînin. Gel bertek nişani “Projeya Ji Avzêmên Pulurê Anîna Avê ya Nav Bajarê Me” da.    Serokê Giştî yê Komeleyên Dersimê (DEDEF) Alî Haydar Benli ku komele ji bo xwezaya Dersimê neyê xerakirin tim çalakiyan li dar dixe, destnîşan kir ku armnaca kişandina ava Mûnzûrê pêşkeşkirina wê ya ji bo sermayeyê ye. Benlî, bi lêv kir ku têkildarî projeye wan bi gel re civîneke mezin çê kiriye û li ser fêde û zirarên wê rawestiyane. Benlî diyar kir ku bi salan e bi projeyên HES’ê û bendavan xwezaya wan tê talankirin. Benlî got, bi  van projeyên tên çêkirin, armanc ew e ku herêma wan ji mirovan bê xalîkirin.    ‘NE JI BO FÊDEYA GELÊ DERSIMÊ, JI BO SERMAYEYÊ YE’    Benlî, destnîşan kir ku yek ji projeyê di van pêvajoyên talan û bazirganşkirinê de jî projeya kişandina ava Mûnzûrê ye. Benlî diyar kir ku peydakirina ava paqij û vexwarina wê mafê herkesî ye, lê belê divê baş bê zanîn ku di ev proje ne ji bo berjewendiyên gelê Dersimê, ji bo berjewendiyên sermayeye yê. Benlî diyar kir ku tê xwestin ku ava Mûnzûrê bikin perçeyekî metayê û ji ber vê ew li dijî vê projeyê ne. Benlî diyar kir ku eger av hepsî boriyan bê kirin, wê ev yek tesîrê li hemû giyaneweran bike û wê hin nebat tune bibin.    Benlî got: Eger em nebin asteng ê bi bazirganîkirina ava Mûnzûrê re bêjin pêdiviya bajarên din jî pê heye û wê depo bikin û bifiroşin hin welatan. Em baş dizanin ku hedef qedandina Geliyê Mûnzûrê ye. Dixwazin rasterast ji Avzêmên Mûnzûrê ku navenda bawerî û çandê ye, wergirin, hepsî boriyan bikin û bi vî awayî xwezayê talan bikin.”    DIVÊ PROJEYÊN ALTERNATÎF BÊN ÇÊKIRIN   Benlî, diyar kir ku divê demildest dev ji projeyan bê berdan û projeyên alternatîf bên çêkirin. Benlî got: “Saziyên ku vê projeye çê dikin, pêşî divê alternatîfên avzêmên li navendê lêkolîn bikin.”    ‘EM Ê XWEDÎ LI XWEZAYA XWE DERKEVIN’    Benlî, destnîşan kir ku eger ev porje bê israrkirin, wê gelê Dersimê bertek nîşan bide û bang li gelê Dersimê kir ku xwedî li xwezaya xwe derkeve. Benlî got: “Wê gelê Dersimê dev ji xwezaya xwe bernede. Çimkî çanda me ji ber baweriya me ya bi xwezaya me ye. Em gelê Dersimê li gor çerxa xwezayê, li dijî van projeyan li ser projeyên alternatîf dixebitin. Em careke din diyar dikin ku em ê li dijî hemû projeyên ku Dersimê tune dikin derkevin.”   MA / Semra Turan