Cizîr, Nisêbîn, Efrîn: Navê vê yekê ne serketin, tengezarî ye 2018-03-25 08:53:50 STENBOL – Aktîvîsta YDK’ê Rahîme Karvar, diyar kir ku pêkanînên li Cizîr, Nisêbîn û herî dawî jî yên li Efrînê dilê gelê kurd şikandiye û kesên îdia dikin ku şikestinek çê nebûye kor in. Karvar got: “Kesên xwediyên Efrînê qetil kirin, eşyayên wan talan kirin û berê wan dan riyên koçberiyê û ew mehkûmî penaberiyê kirin, biyaniyên ku dê îfleh nebin bi xwe ne. Navê vê yekê ne serketin, tengezarî ye.”  Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê di roja 65’an de ne. Aktivîsta jina Demokrat a Nû (YDK) Rahîme Karvar, ketina nav Efrînê, planên hikûmetê tên der barê Efrînê de û rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar nirxand.    ‘ŞOEVENÎZMEKE TIRK A DIJMINATIYA FELAN DIKE HEYE’    Karvar, diyar kir ku pêkanînên li Efrînê bûne cihê şikestinekê û got: “Ev şikestin tenê ne li gelê kurd, li hêzên şoreşger û welatparêz jî peyda bûye. Em dikarin behsa Serîhildana Geziyê, pêvajoya Çareseroka Demokratîk, serdema Kobaniyê, serîhildanên bajaran, 7’ê Hezîranê, 1’ê Mijdarê û heta referandûmê jî bikin. Di vê serdemê de li kuçeyan liv û tevgerîneke hevpar hebû. Di navbera neteweyên kurd-tirk de derfetên xwe naskirinê, fêmkirinê zêde bibûn. Lê belê piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê dewlet rêbazên ku ji Srî lanka û Seddam Husên hîn bibûn sepandin û ‘Plana Rûxandinê’ û dûr re jî hewldana darbeye ya 15’ê Tîrmehê rû dan û bi vê re şikestin çê bûn. Divê bê gotin ku bingeha şikestina navbera dewlet û gelê kurd de kûr e. Çimkî li holê dijminahiyeke sed salî ya li hemberî kurdan heye, tenê ne li hemberî kurdan li hemberî ermenî, asûr, keldanî û êzidyan jî şovenîzmeke tirkan heye.”    Karvar ku got “Serdest vê şovenîzmê û dijminatiyê wekî jehrê enjekteyi têkoşîna gelên Tirkiyeyê dikin” ev tişt gotin: “Ev jehr jiyana bi hev re û wekhev û hêviyê ji binî ve dînamît dike û di warê civakî û aborî de bi awayekî hovane xwe dide der. Di kuştina Kemal Kurkut, di înfazkirina li nav kuçeyan, di jêrzemînên Cizîrê re, li Efrînê di komkujiyên giştî de xwe nîşan dide. Ev qas tişt qewimîn, lê kesên îdia bike ku şikestinek li gelê kurd peyda nebûye, bo gotina herî nerm ev korîtî ye.”    Karvar diyar kir ku di rewşeke wisa de dirûşmeya “biratiya gelan” wekî gotineke tisi û romantîk dimîne û got: “Ev pêvajoya ku em tê re derbas dibin, ne vê tisîbûnê û ne jî vê romantîkbûnê dikare hilgire. Tenê tiştekî zelal heye, ew j, beriya biratiyê ji bo hemû gelan wekhevîtiya mafan e. Heta ku ev tune be, ji bo vê neye micadelekirin luksa tu kesî tune ye ku li bendê be ku kurd ji bo biratiyê bêtir bedêlê bidin.”    Karvar destnîşan kir ku armanca êrîşên li ser Efrînê, tunekirina destkeftiyên kurda ye û got: “Berê Esad û Seddam xwestin herêmê ji kurdan paqij bikin. Niha jî ew dixwazin ‘kembera erebî’ pêk bînin. Kesên xwediyên Efrînê qetil kirin, eşyayên wan talan kirin û berê wan dan riyên koçberiyê û ew mehkûmî penaberiyê kirin, biyaniyên ku dê îfleh nebin bi xwe ne. Kesên ku li hemberî kurda nefrete dikin bi xwe ne. Kî li vir bi cih bikin bila bikin, lê belê wê ev der navenda dagirkeriyê be. Çimkî êdî bi vî awayî li bîra gelê kurd bi cih bûye. Vê yekê ne bi awayekî madî ne jî manewî wê nikaribin biguherînin.”    ‘NAVÊ VÊ YEKÊ NE SERKETIN, TENGEZARÎ YE’    Karvar, diyar kir ku karê wan ê ewil li Efrînê daçikandina alayê bûye, nivîsadinên nîjadî û zayendî bûne. Karvar diyar kir ku di her serdemê de peyamên wisa nîjadperest hatine dayîn û got: “Ew jî refleksên ewil ên dagirkeran didin der. Jixwe div î warî de tecrûbeya Komara Tirkiyeyê zêde ye. Hîn Nisêbîn ji bîr ma ne çûye. Bajarek hat serobinokirin , gel hat qetilkirin, qadên jiyanê veguherandin rewşeke heyaletî û paşê alaya tirk li avahiyan hat daliqandin. Li ser dîwarên ku li ser axa ciwanên hatin qetilirin û hîn jî hestiyên wan li wir in nivîsandinên zayendî û nîjadperest hatin nivîsandin. Liv ir dest bi çêkirina avahiyên TOKÎ’yê hatin kirin. Peyama ku hatiye dayîn zelal e; hîn jî gelê kurd tê tunekirin û li kuderê di warê hebûniyê de bitêkoşe bi êrîşên faşîzmê re rû bi rû dimînin. Lê belê divê ev peyam wekî tengezariya hêzên dagirker bê dîtin.    Neteweyeke ku nikare wê bi temamî asimle bike, bin pê bike li nêzîkî sînorê wê şoreşê pêk tîne û dewleta TC’ê bi desteka cîhanê vê şoreşê, vê dewletbûyînê dorpêç dike lê nikare biqedîne û serî li dagirkeriyê dide. Çimkî ev dewlet nikaribû gelê Efrînê qaneh bike û bike trik, nikaribû van deran bike xaka tirk. Berovajî v Efrînê qetil kir, dest danî ser mal û milken wan û niha jî ‘serketinê’ îlan dike. Alayên tirk li ser girên wê diçikîne. Wekî li Kurdistanê li vir jî bi mantiqa tayînkirina qeyûman, dibêje ez ê walî tayînî Efrînê bikim. Artêşeke serdest a mêrî, bi bermamiyên çeteyan ên jin û zarokan qetil dikin, bajarekî ku bi keda jinê hatiye avakirin veguherand kavilan û bi vî awayî ‘zilamtiya’ xwe pesend dike. Navê vê yekê ne ‘serketin’ e, tengezarî ye.”    ‘GELÊ EFRÎNÊ EZBETA BERXWEDÊRAN TEMSÎL DIKE’    Karvar destnîşan kir ku li ber çavên cîhanê rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar peyameke semboliyî dihebîne û got: “Bi vê peyamê diyar bû ku ka ev hêzên dagirker kî ne, dijminatiya çi û kê dikin. Kesên ew peyker rûxandin, nîşan dan ku ew ji ezbeta Dehaqê zalim tên û çi qasî dijminê ezbeta Kawayê Hesinkar in. Jê re gotin ‘pût’ e, lê di asasê cwe yên kirin pût Dehaqê zalim e. Ew ezbeta zaliman, gelê Efrînê yê peykerê Kawa daçikand jî ezbeta kesên li dijî zaliman li ber xwe didin temsil dike.”   Her wiha Karvar diyar kir ku di Newroza îsal de diyar bû ku ruhê serîhildêr ê Kawayê hesinkar tenê ne di peykeran de, li qadan e û got: “Peyam cihê xwe dît. Jinên kurdan zîndebûna ruhê serîhildêr ên Arîn, Avesta û Barînê nîşan dan. Ji bo me tişta sereke jî ev bû.”    MA / Necla Demir