Kulîlkên li dijî rûxandina Heskîfê li ber xwe didin û berxên Hacerê 2018-03-25 08:52:03 ÊLIH – Rûxandina li Heskîfê didome. Navçeya ku xwedî rabirdûyeke 12 hezar salan e veguheriye şantiyeyeke mezin. Bi hatina biharê re bedewiya xwezayî ya bajêr kifş dibe û kulîlkên nû vebûne hema bêje li hemberî rûxandinê li ber xwe didin. Her wiha tevî kulîlkan, Hacera biçûk jî li hemberî rûxandinê li ber xwe dide. Hacer ji bo debara malê pezên ku bavê wê kiriye, bi hatina biharê re diçêrîne û bêyî ku der barê rûxandina tê kirin de tam serwext bibe tim li dû bizin û miyên xwe virde û wêde diçe û tê. Kulîlkên nû vekirine û liv û tevgera Hacerê jî nîşan didin ku wê rûxandina Heskîfê bandoreke çawa li xweza û jiyana mirovan bike.  Wêne: Metin Yoksu