Cerdevanê zarok îstismar kir: Tu biqîrî ez ê diya te jî birevînim 2018-03-25 08:49:52 AMED – Li Bismilê cerdevanê bi navê Kadir B., zaroka bi navê S.D.’yê îstismar kir. S.D. diyar kir ku Kadir B. gef lê xwarine û gotiye: “Derdoreke min a mezin heye, eger tu biqîrî an jî tiştekî bikî ez ê dayika te jî birevînim û dê heman tiştî bînin serê wê jî.” Her wiha Kadîr B. piştî îfadedayînê hat berdan.  Li gundekî navçeya Bismilê ya Amedê, cerdevanê bi navê Kadir B., zaroka bi navê S.D. îstismar kir. Dema S.D. li dibistanê tim digirî, şik û guman li mamosteyên wê peyda dibin û pê re diaxivin. Piştî mamoste pê re diaxivin bûyer aşkere dibe. Mamosteyên S.D. bûyerê ji mamosteyê rehberê yê dibistanê Hamza Koluman re dibêjin û S.D. jî her tiştî ji mamoste Koluman re vedibêje.    BERSÛC GEF LÊ XWAR: DERDOREKE MIN A MEZIN HEYE   S.D., diyar kir ku wê li ser medyaya civakî Kadir B. nas kiriye û wê bi zorê li wesayîtê siwar kiriye û revandiye. S.D., destnîşan kir ku Kadir B. gef lê xwarine û gotiye: “Derdoreke min a mezin heye, eger tu biqîrî an jî tiştekî bikî ez ê dayika te jî birevînim û dê heman tiştî bînin serê wê jî.”    S.D. bi lêv kir ku piştî bûyerê hewl daye bireve, lê berê Kadir B. bi zorê ew li wesayîtê siwar kiriye û dîsa gef lê xwarine gotiye: “Eger tu meseleyê ji kesekî re bêjî, wê tiştek neyê serê min, lê tu yê rezil bibî û wê hin kesên din jî doza heman tiştî li te bikin.”    Piştî S.D. bûyerê ji mamosteyê rehberê Hamza Koluman re vedibêje, mamoste Koluman jî li Serdozgeriya Komarê ya Bismilê giliyê Kadir B. dike.    KALÊ WÊ JÎ EW ÎSTISMAR KIRIYE    S.D. di nezareta derûnas de îfade da û dema tiştên hatin serê wê gotin, diyar kir ku dema ew diçû dibistana seretayî kalê A.O. jî ew îstismar kiriye û wê demê wê bûyer ji xaltîka xwe û xalê xwe re vegotiye. S.D. bi lêv kir ku xalê wê der barê bûyerê de serlêdanê pêk aniye û der barê kalê wê de doz hatiye vekirin. S.D. destnîşan kir ku kale wê 4 sal berê miriye.      Di muaneya ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî ya Amedê pêk hat de, hat diyarkirin ku li ser wucûda S.D. daneyên fizîkî û tibbî nehatine dîtin. Di rapora ku ji aliyê Pişka Zanistê ya Nexweşînên Ruhî yên Tenduristiya Zarok û Kamilbûyînê ya Zanîngeha Dîcleyê hat amadekirin de, hat destnîşankirin ku fiîliyatea têkiliya zayendî ya bi rizaya xwe nehatiye dîtin û liv û tevgerên wisa jî xwe nedane der.    GUMANBAR PARAST KU WÎ TEMENÊ RASTÎN Ê MEXDÛREYÊ NIZANIBÛYE    Kadir B. di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de, tiştên pê tê tawanbarkirin red kir. Kadir B., îdia kir ku wî S.D. nerevandiye û li ser daxwaza wê ewan hevdu dîtiye. Piştî îfadeyê Kadir B. hat berdan.   Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bismilê ve hat amadekirin de, hat xwestin ku li gor maddeya 103/1 a TCK’ê gumanbar bi tawanbariya “Îstismarkirina zarok” bê cezakirin.   Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Amedê îdianame qebûl kir. Wê danişîna ewil di 27’ê Adara 2018’an de pêk bê.