Girtiyê ji bo Ocalan di rojiya mirinê de ye: Ev çalekiya zindîhiştinina hêvîyekê ye 2018-03-25 08:47:52 STENBOL – Girtiyê siyasî Turan Gunana, bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 39 rojin di rojiya mirinê de ye. Gunana, di nameya ku derbarê çalakiya xwe de nivîsîbû wiha got: “Ev çalekiya min, ne mirinek e. Zindîhiştina heviyekê ye, di behra jiyana azad de, dilopeke vejînkir a manewiyatê ye.” Girtiyî siyasî Turan Gunana ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê tê girtin, ji bo bi dawî anîna tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibatê de dest bi rojiya mirinê kir. Gunana ev 39 rojin çalakiya xwe didomîne. Her roja diçe tenduristiya Gunana jî bir bi nebaşiyê ve dibe. Gunana, derheqê çalakiya xwe ya rojiya mirinê de bi kurdî nameyek şand.   Nameya Turan Gunana wiha ye:    “Ji gel û hevalên min re   Berî her tiştî we bi giyanê berxwederiya Avesta, Barîn û Îlan’an silav dikim. Hez, rêz û bêrikirinên xwe pêşkêş dikim. Wek ku agahiya we jî jê heye ji 15’ê Sibatê Salvegera Komploya Navdewletî ya li hemberî Rêber Apo û vir de, min dest bi çalakiya rojiya mirinê kiriye. Armanca vê çalakiya min ev e ku di şikandin û parçekirina pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê de, bibim çirûskek. Di ve çerçevoyê  dixwazim hest, raman, hêvî û biryardariya xwe parve bikim.    Em bi tev jî baş dizanîn ku Rêber Apo nêzî pêncî salin ku bi vîn û  biryardariyeke xurt, bi tempoyeke bilind ji me re Rêbertiye dike. Ev dibe 20 sal ku di bin esareteke ku nikare bê pênasekirin de li ber xwe dide û riya me ronî dike. Rêber Apo hem armancên komployê derxist, hem tevger ji nû ve û xurtir rakir ser lingan û hem jî bi paradigmaya Moderniteya Demokratîk bersiveke xurt da neyar û hêviyeke nû da gelên bindest. Gotin di cih de be em ji nû ve afirandin. Lê mixabin em ji daxwaz û hêviyên Rêber Apo re baş nebûn bersiv. Îro neyar çiqas hewl bide ku bi şerê derûniyê binketinên xwe yên siyasî, lêşkerî, aborî, dîplomatîk weke serkeftinê peşkeş jî bike, em di hayê de ne ku faşîzma AKP û MHP êdî bi ber lawazî û belavbûnê ve diçe. Xwe bi zext, zor, pêkûtî û kuştinan li ser lingan digire. Ji hêla çandî û civakî de ji mêj ve binketi ye û tiştekî bide civake nîne. Ji hişmendî û hovîtiya serdema dawîn jî paşverûtir tev digere. Erdogan ancax dikare gorkarî û gornebaşiyê bike û tu qiymeta wê ji civakê re nîne.   ÇANDA APOGERÎ ÇANDEKE HEBUNÊ YÊ   Li hemberî vê yekê jî di tu heyama dîroka tevgera azadiyê de, tevgera me yekîtî û rêxistanbûna xwe ya navxweyî bi berxwedan, serkeftine û deskeftiyên her 4 parçeyên Kurdîstanê yên di hêla sîyasî, lêşkerî û dîplomatîk de ev çend xurt û mezin nebûye. Çanda Apogerî, çend belav û sereta hebûne. Asta êrîşên neyar ên ku di van salên dawî de gihandiye lûtkeyê, di serî de jî li hemberî Rêber Apo û paşê jî bêexlaqiya di her warê jiyanê de li hemberî gel, sazî û rêxistinên me, xurtbûn, mezinbûn û hêza me dide xuyakirin. Lê mixabin digel vê yeke jî esareta Rêber Apo wekî rastiyeke dijwar her roj li rûye me dikeve û em bi vê rastiya dilsoj gelek dilêşin.   Va ye Rêber Apo bist salên jiyana xwe di bin êsîriya dijmin de diqedîne. Ji zivistana 2002-2003’yan û vir de Rêbertî gelek caran hewldana jehrdayînê jî tê de rastî gelek kiryarên qirej û derexlaqî hat. Ev çend salin ligel ku mafe wî yê zagonên dewletî û navdewletî ye jî, nahelin bi malbata xwe û parezeran re hevdîtinê pêk bine. Ne wek welatiyekî mafên girtiyan û ne jî li gorî peymana şer a Cenevreyê mafên esaretiyê dinasin. Bi tevahî bêhiquqi, bêexlaqî, bêwijdaniyê dişopînîn.   TECRÎD Û ÎŞKENCEYA ÎMRALIYE PÊL BI PÊL LI JIYANÊ BELAV BÛ    Ew hilweşînerî û êrîşkariya dijmin ku bi 24’e Tîrmeha 2015’an ve li ser welatê me, civakê, goristan û hestiyên şehîdên me, hovitî û barbariya li ser cenazeyên şehîdên me û li zindanan tê meşandin tev ji bingeha xwe ji êsîrmayina Rêber Apo ya ku heta niha didome digire. Êrîşa Îmraliyê bi pergala tecrîd û îşkenceyê dest pê kir û pêl bi pêl li hemû warên jiyana civakî belav bû. Ji ber vê yekê şikandin û parçekirina pergela tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê dê bi heman rengî pêl bi pêl bibe parçakirina êrîş û hovitiya desthilatiya faşist a Erdogan û T.C’yê.   AZADIYA RÊBER APO AZADIYA HEMÛ GELAN E   Rewşa tenduristî ewlakarî û azadiya Rêber Apo, divê êdî bibe rojeva sereke ya têkoşîna heyamê. Hemû kar, xebat û çalekiyên me hewldanên me di vê çarçoveyê de pêk werin. Tu hesabên siyasî û dengeyên polîtîk divê li hemberî rewşa Rêber Apo nebin hincet û asteng ku em çalekiyên radîkal pêk neyinin. Heke ev 20 salin ku me Rêbertî ji vê esaretê rizgar nekiribe ev lawazî û kemasiya me ye. Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistane ye, azadiya gelê Kurd û gelê bindest e. Berevajiyê vê jî raste. Lê, Rêbertî di 50 saliya xwe de ket destê dijminan û temenê wî îro gihayê salên 70’yî. Her mirov xwedî temenekî biyolojik e û êdî em nikarin li benda destkeftiyên siyasî bimînin û paşê Rêbertî serbest bimînê.   REWŞA RÊBER APO JI ME ÇALEKIYÊN DOMDAR DIXWAZE   Em ji Rêber Apo re deyndar in û li hemberî wî gunehkar in. Rêbertî, tiştên ketiye ser milên wî pêk aniye. Êdî roj û dora me ye.  Kêlî, dem û heyam berpirsiyarî daye ser milên me tevan. Rêber Apo rûmeta me ye, nasnameya me ye, temsîlkarê vîn û azadiya me ye. Neyar, ev 20 salin li me disperê ku em ji rêbertiyê vegerîn. Me tu caran ev yek nepejirand û wekî bêrûmetî girt dest. Lê belê nepêjirandinên dil û ziman têr nekir û nake! Neyar, dixwaze bi vî awayê esarete, hedî hêdî heviyên me yên serkeftine bişikîne.    Li hemberî vê divê em jî wek gel û tevger giredaniya xwe ya bi Rêber Apo re xurttir bikin, li derdora wî û ramanên wî bicivin. Nehêlin vê tecrîd û işkenceyê normalîze bike û bi me bide pêjirandin. Bi rastî me heta îro nepêjirand; lê me, ev pergala tecrîd û işkenceyê nekarî vala jî derxîn in. Edî rewşa ku îro Rêbertî tê de ye divê wek rewşeke awarte bi dest bê girtin. Her Kurdekî/e xwedî xiret û rûmet, azadîxwaz, divê li hemberî vê rewşê têkeve nav hewldanan.    Bi sekn û tempoya heyî, bi daxuyaniya, berhevkirina îmzeyan û bi bangewaziyan ev 20 sal in pêkan nebû ku encamekê xurt bê girtin. Rewşa Rêber Apo awarte û lêzgîn e. Ji me sekn û tempoyeke bilind û awarte dixwaze, çalekiyên hin radîkal û domdar dixwazê.   BÊDENGÎ HEVKARIYA SUC YE   Tu dagirker û sîtemkarê dîrokê heta hetayê nekarine sîstema xwe bidomînin. Sîtemkarî û faşîzma di kesayeta Erdogan de jî îro lutkeya xwe dijî. Lê, misoger dê bi awayê sernişûvkî têk biçe. Çawa ku şeva herî tarî bi ronahiya rojê bi dawî dibe, ev rojên tarî jî bi rojên ronî û azad biheml in. Ast û tempoya têkoşîna me ancax dikare vê zayine bilezîne. A herî giring jî, divê mirov radestî vê tarîtiyê nebe. Destûr nede ku ev desthilatkariya faşist û sepandinên me wîcdanên me bikujê. Divê em bi tempoyeke bilind têbikoşin û bêdeng neminin. ‘Bêdengî hevkariya suc e’, çavkorî, guhkerî, zimanlalî û rizîn e. Divê destûr neyê dayin ku me birizînin. Mirovê ku li gorî demê pêdiviyên demê bijî mirovê azad e. Divê mirov wekî civaka Hitler nebe! Nerizê, dengê wicdanê xwe bibihîze û destûrê bide ku wicdana me,  biqirîne û têxe nav hewldanan. Bê tirs û xof tev bi hev re bi hemû daxwaz û rengên xwe têbikoşin, li ber xwe bidin û Rêbertiya xwe ji Îmraliyê ji bin esaretê rizgar bikin.    MIN NIKARIBÛ VÊ RASTIYÊ TEMAŞE BIKIM   Der barê xwe û destpêkirina çalekiya xwe de jî, çend tiştan bînim ziman. Min bi înîsîyatîfa xwe dest bi rojiya mirinê kir. Ez dizanim ku Rêbertî çalekiyeke bi vî rengî pesend nake. Rêber Apo naxwaze ku barekî girinw jî têkeve ser milên havalên li zindanan. Bi teybetî jî Rêber Apo naxwaze ku em ji bo şexsê wî tiştekî bikin. Ev nezîkatiya Rêbertî pir bi nirx û qiymet e. Berpirsiyariyeke Rêberane û wicdanî ye. Lê belê ew naxwaze pewîr û erka me ji holê ranebe. Ez bi saya Rêber Apo û şehîdan gihiştim heqîqeta xwe ya civakî û takekesî. Dîsa min bi saya Rêbertî rastiya dijminên me fêm kir. Ligel hin lawazî, nebesî û pirsgirekên xwepêşxistinê jî, her tim min hewl da ku xwe bigihînim kesayeta azad ku Rêbertî ji me dixwaze. Sedem, şert û mercên dîlbûnê nedihîşt ku bi awayekî çalak tevlî pêngav û têkoşîna heyî bibim heta roja îro bêtirs bi hêla şerê nefsî û lêhurbûna manawî re sînordar man. Berî ku dest bi vê çalakiyê bikim demeke pir dirêj lêhûrbûm û bi hevalan re parvekirinên min çêbûn. Herî dawî gihîştim vê biryarê ku nema dikarim li vê rastiya dijwar-esareta Rêber Apo temaşe bikim.   HETA KENGÎ EV REWŞ WÊ BIDOME   Ev biryara min dibe ku aliyekî wê têrkirina wicdanê û erka exlaqî be, lê ya bingehin ev e ku êdî bêyî ku min tiştek bikira, nikariya vê rewşa Rêbertî rakira. Rêbertî wan salên dawî her tim diket xewnên min, di nav jiyan, xebat û xwendinên min de her tim Rêbertî diket hişê min û he jî wisa ye. Ev gotina ku dayîka Uveyş jî ji Rêbertî re gotibû; ‘Tu yê bi tena serê xwe bimînî’ her tim dilêmin diêşînê. Ez dizanim ku bi awayê giyan û ramanî her tim di hişê gel û hevalên min de ye. Lê niha di tenêtiya hucreya reş û tarî de ye. Bêyî ku em dizanin hêj dijî an na. Ma ev ê heta kengî wiha bidome û neyar dixwaze bi me bilîze. Em ê heta kengî wiha li vê rewşê temaşe bikin!   SED EFRÎN JÎ BI BERXWEDANÊ TÊK BIÇE, GELE KURD RADEST NABE   Ev çalekiya min bi misogorî bi pêvajoya siyasî û qewîmînên van demên dawî re raste rast tekiliya xwe nîne. Neyar çiqas êrîş dike bila bike, bi gotina Rêbertî Kurdeyatiya azad edî misoger bûye. Ne Efrînek sed Efrîn jî bi berxwedanê têk biçe, gele Kurd radest nabe. Ev rihê Apogerî teqez dê serkeftina mayînde bi dest bixe. Ji ber vê yeke sedsala 21’an dê bibe sedsala Kurdê azad, jinên azad û gele bindest. Ji vê tu şik û gumana min tune. Ji tekoşîna me heta dawiyê hevîdarim û misoger dê paradigmaya Rêbertî li Kurdîstanê û Rojhilatanavîn jiyanî bibe.   EV ÇALEKIYA MIN NE ÇALEKIYA MIRINÊ YE   Hevalên ku ez ji nez ve naskirime, dizanin ku ez çiqasî ji Rêbertî, têkoşîn û jiyana di oxira azadiyê de hez dikim. Bi gotina hevrêyê mezin Kemal Pîr ‘Em bi qasî ku di oxira wê de bimirin, ji jiyanê hez dikin. Jiyana min, Rêber Apo ye. Ez pê re hatim dinê û min xwe naskir. Heke ez bijîm ez ê bi wî re bijîm, heke ku ez bimirim jî ez ê ji bo wî bimîrim. Hevala Zîlan, Rêbertî xweş pênasekiriye. Li ser pênaseya wê pênase hewce nake. Her tim xeyala min e ku Rêbertî rizgar bibe û li qadeke Amedê ji milyonan re banga serkeftine bike. Heke em hewldan û tempoya xwe, asta çalakiyên xwe yên ji bo Rêbertiyê bilind bikin, ev xeyal pêkan e. Ji ber vê yekê ev çalakiya ku ez tê de me, ne mirinek e. Zindîhiştina heviyekê ye, di behra jiyana azad de, dilopeke vejînkir a manewiyate ye. Ez hevîdarim ku dê heval û gelên me, wateyê bidin vê çalekiyê.   Cardin bi van hest, raman û heviyan, di serî de gelên me yê berxwedêr ên Rojava û hemû parçeyên welat û derveyî welat silav dikim. Girêdahiya xwe ya bi Rêber Apo, şehîdên nemîr, heval û gelên me re dubare dikim. Misoger em ê bi ser bikevin. Slav û rêzên şoreşgerî. Bijî Rêber Apo.”   MA / Sadiye Eser