Hûşyar Ebdullah: Divê Iraq helwesta li hemberî Tirkiye zelal bike 2018-03-24 17:01:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê Iraqê Hûşyar Ebdullah, diyarkir ku divê hikûmeta Iraqê li dijî êrîşên Tirkiyê helwest nîşan bide û wiha axivî; “PKK şerê terora dewleta Erdogan dike. PDK jî alikarê sereke yê Erdogan e.” Parlamenterê Tevgera Goran Hûşyar Ebdullah, li Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li bajarê Silêmanî der barê helwesta Tirkiye de daxuyanî da. Parlamenterê Tevgera Goran Hûşyar Ebdullah diyar kir ku ew ji Ebadî daxwaz dikin ku bi belge îspat bike ger ku Tevgera Goran li gel biryara şandina mûçe bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê be û got; “Ebadî ji bo di hilbijartinên dema bên de serbikeve li gel Nêçîrvan Barzanî lihev kiriye ku ew bi rêya herêmê mûçe bişîne û ew jî piştgiriya wî di hilbijartinên bên de bikin. Ji ber ku Ebadî di tirsa PDK li gel Malikî li hev bike.”   Li ser dagirkerî û bombebarana Tirkiye jî Hûşyar Ebdullah wiha got; “Pêwîste dewleta Iraqê li ser vê helwestek zelal hebe û li dijî Tirkiyê karên yasayî bike. Divê hikûmeta Iraqê dest ji helwestên xwe yên tenê şermezarkirinê berde.” Hûşyar Ebdullah rexne li PDK’ê jî kir û got; “Ji bo PDK’ê şerme ku qala derxistina baregehên PKK’ê ji Herêma Kurdistanê dike ku di demek li herêmên di bin destê PDK’ê de zêdetirê 20 baregehên leşkerên Tirk hene. Raste li Iraqê alikarê yekem ê Tirkiyê PDK ye.”    Hûşyar Ebdullah li ser rawestandina seferên hewayî ji bo balafirgeha Silêmanî ji aliyê Tirkiyê ve jî got; “Armanca dewleta Tirk parçekirina Herêma Kurdistanê ye. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Tirkiyê bide. Her wiha Silêmanî piştgiriya terorê nake. PKK jî şerê terora dewleta Erdogan dike.”