ÎHD'ê xwest girtiyên nexweş Deniz û Silik bên berdan 2018-03-24 15:40:12 STENBOL/ÎZMÎR - Komîsyonên Girtiyên Nexweş yên ÎHD'ê yên Stenbol û Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî dan. ÎHD'ê xwest girtiyê ji sedî 80 nexweşê tuberkulozê Turgay Denîz û girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 74 salî serbest bên berdan.  Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 313'an de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Xizmên girtiyan û Rêveberên ÎHD'ê di çalakiyê de pankarta "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrît dikuje, piştevanî dide jiyandin" vekirin û bê navber dirûşmeyên "Bila Turgay Deniz bê berdan", " Ji tecrîd û îşkenceyê re bes e." û "Mirov bi mafê xwe mirov e" berz kirin. Xizmên girtiyan û ÎHD'ê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê ji sedî 80 astengdar ê nexweşê tuberkulozê Turgay Deniz.   Lîstikvan Nur Surer, daxuyanî xwend û wiha got: "Em dixwazin di serî de girtiyên nexweş hemû girtiyên ku tedawiya wan tên asteng kirin, ev astengî li pêş tenduristiya wan bê rakirin. Ji bo vê yekê jî em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Surer, anî ziman ku Turgay Deniz ji ber lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Şereflikoçhisar ê Enqereyê ya 2015'An di 13'e Sibata 2018'an de li mala xwe ya navçeya Sultanbeylî ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Surer, ani ziman ku Denîz piştre ji aliyê Dadgeha Sulh Ceza ya Enqereyê ve hat girtin û şandin Girtîeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Maltepe.    ‘JI SEDÎ 80'Ê ASTENG DAR Û NEXWEŞÊ TUBERKULOZÊ YE'   Surer, anî ziman ku Denîz di sala 1983'an de li navçeya Motkiyê ji dayik bûye û ji sedî 80 astengdar e û nexweşê tuberkulozê ye. Surer, da zanîn ku rapora wî ya Nexweşxaneya Sîngê ya Sureyyapaşa heye. Surer, da zanîn ku ji ber nexweşiya Tuberkulozê divê her dem di bin kontrola doktor de be û wiha got: "Her çend rayedarên girtîgehê pêdiviyên nexweşiya wî dabin jî bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Her wiha 9 kesênk li gel wî dimînin jî di bin rîskekî talûke yên tundiristiyê de ne. Di demên dawî de neynûk û lêvên Turgay Deniz mor dibin. Parêzerên Denîz ji bo Denîz bê berdan 2 caran serî li dozgeriyê daye. Lê dozger 2 îtiraz jî red kirine. Em dixwazin berî ku Deniz ji nava me koç bike bê berdan û li nava me bijî. Heta ku girtiyên nexweş bên berdan çalakiya me dê bidome."     'GIRTIYÊ FELÇ BERDIN'    Endamên Komîsyona Nexweşên Girtî ya Şaxa ÎHD'ê û Xizmên windayan a Îzmirê jî di hefteya 425’an de bi dirûşmeyên "Bila nexweşên girtî bên berdan" û "winda bên dîtin" çalakiya xwe li Qada Konakê berdewam kirin. Gelek nûneren saziyên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Bêdeng nemînin, nebin şirîkê vî sûcî, dimirin" “Ji yek tîpê re na" vekirin û dowîzên “Rûmeta mirovan dê îşkenceyê têk bibe" û “Bila rakîneya masûmiyetê tune nebe" rakirin.    Rêveberê ÎHD'ê Caner Canli, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û wiha got: "Li Girtîgehan bi zorê girtiyan sewq dikin. Têkiliya malbatan qut dikin. Dixwazin wan bi tenê bihêlin. Dema girtiyan sirgûn dikin tiştê li dijî mirovahiyê tînin serê wan.    GIRTIYÊ NEXWEŞ SILIK SERBEST BERDIN   Canli, xwest girtiyê nexweş Ahmet Silik e 74 salî berdin. Canli, anî ziman ku Silik di axaftinê û bihîstinê de zahmetiyê dijî û wiha bi dawî kir: Silik li dihê di 2012'an de di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Danişîna wî hêj berdewam dike. Ahmet Silik, 74 salî ye. Biriya bê girtin felç derbas kir. Di van şert û mercan de nikare li girtîgehê bijî û divê serbest bê berdan.    Çalakî piştî rûniştinê bi dawî bû.