Parlamenter Botan: Ceza birîna li dijî min biryarek siyasî ye 2018-03-24 13:36:56 WAN – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan ê ku cezayê 18 salan lê hat birîn diyar kir ku dadger û dozger mîna serokên rêxistinên AKP’ê tevdigerin û cezayê lê hatiye birîn biryarek siyasî ye.   Li Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan bi îdiaya “Yekîtiya dewletê û tevahiya welat xera kiriye”, “Propaganda rêxistinê kiriye”, “Bi aşkereyî tahrîkkirina sûc kiriye” û “Endamê rêxistinê ye" 18 sal ceza lê hat birîn. Botan biryara cezayê hat birîn nirxand û got ku daraz ketiye bin kontrola desthilatdariyê û cezayê lê hatiye birîn jî siyasî ye.    Botan da zanîn ku bi heman sûcdarkirinê û cezayan li wekîlên din ên HDP’ê jî hatiye birîn û got: “Ev biryar cezayê dane min û hevalên min din, dide nîşandan ku Tirkiye bi mekanîkek darbe çawa re rû bi rû ye. Dadgeh bi pirsgirêka rewabûnê re hevrû mane. Dozger û dadger mîna serokên rêxistinên AKP’ê tevdigerin. Di şexsê me de ceza li gelê me dibirin.”    'CEZA ÊRÎŞEK LI DIJÎ VÎNA GEL E’    Botan destnîşan kir ku AKP zextê li ser darazê û hiqûqê dike û wiha got: “Diyar e ku ev biryarên siyasî ne û bi tolhildanê ceza li me dibirin. Daraz gotinên AKP’iyan li ber çav digire. AKP bi destê darazê cudakariyê dike. AKP dixwaze muxalefetê li Tirkiyeyê tune bike û bi vî awayî biçe hilbijartinan. Divê ev cezayên neheq li me û gelê me tê birîn neyê jibîrkirin. Dê li qada navnetewî teqez bersiva vê yekê bê dayîn. Em nûnerên vîna gel in. Ev biryar êrîşa li dijî vîna gel û parlamentoyê ye. Bi destê darazê hêj mudaxeleyî meclîsê dikin. Dixwazin ku meclîs nikaribe bixebite. Nûnertiya me ya li ser navê gel li Meclîsê tê xespkirin. Ev wek darbeyekê şîrove dikin.”