Xizmên windayan aqûbeta Dagli pirsî 2018-03-24 13:21:22 AMED - Xizmên windayan û ÎHD'ê di hefteya 476’an a çalakiya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" de aqûbeta  Alî Îhsan Dagli yê di sala 1995'an de di bin çavan de hat wendakirin û ji ber vê yekê DMME Tirkiye mahkum kiriye pirsîn.  Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên windayan di hefteya 476'an de çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" li avahiya ÎHD'ê berdewam kirin. Di çalakiyê de xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê amade bûn. Malbatan, li salonê pankarta li ser wêneyên windayan hebû û dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" hatibû nivîsandin vekirin. Dîsa xizmên windayan wêneyên zarokên xwe yên hatine windakirin xistin hembêza xwe. Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan, diyar kir ku 476 hefte ne li hev kom dibin û daxwazên xwe dubare dikin. Orhan, anî ziman ku heta edalet cihê xwe bibîne û encam bistînin dê bi biryar û israr çalakiya xwe berdewam dikin. Orhan, da zanîn ku ji ber OHAL'ê zêdeyî 80 hefte ye neçarin çalakiya xwe li hundir pêk bînin û wiha got: "Destûr nadin ku em vê çalakiya xwe ya rewa li derve çêkin. Lê çi dibe bila bibe el dê vê çalakiya xwe berdewam bikin û em dê heta dawî doza van daxwazên xwe bikin."    ‘ZEXTÊN LI GIRTÎGEHAN ZÊDE BÛYE'   Orhan, anî ziman ku li gorî serlêdanên malbatan yên li komeleyê dikin binpêkirina mafan zêde bûye û wiha got: "Di demên dawî de malbatên girtiyan zêde serî li me didin. Binpêkirina mafên girtiyan zêde bûye. Tu mafê kesî tune ku mafên girtiyan binpê bike. Em dixwazin ev zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Di demên dawî de binçavkirin zêde bûye. Sedema vê yekê jî OHAL e. Em dixwazin OHAL bi lezgîn bê rakirin."      AQÛBETA DAGLI PIRSÎN    Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Hasan Yalçin jî çîroka Alî Îhsan Dagli yê di sala 1995'an de li gundê Eşme yê Navçeya Farqînê hat binçavkirin û windakirin xwend. Yalçin, diyar kir ku Ali İhsan Daglı, di 14'ê Nîsana 1995'an de piştî şerek li herêmê derket tevî 7 endamên PKK’ê hat binçavkirin û wiha got: "Wê demê keyayê gund bû şahidê binçavkirinê. Ewil Dagli birin gundê Hişkamergê piştî niv saet şûnde ew bi helikopterê birin Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê. Dema ew ji gund derxistin ji ber birîna guleyê îşligê wî bi xwîn bû. Tevî Dagli keyayê gund jî hat binçavkirin û roja din keya serbest hat berdan. Lê Ali Îhsan Dagli di bin çavan de hat windakirin. Bav Mehmet Dagli di 24'ê Nîsana 1995'an de serî li Dozgerê DGM'ê da. Lê dozger diyar kir ku kurê wî ne di bin çavan de ye.    Malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a EWropa (DMME) da û DMME'yê Tirkiye mahkum kir.   Piştnî çîroka Alî Îhsan Dagli hat xwendin çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn.