17 rojan bi ceyranê îşkence li Abay kirin û şandin girtîgehê 2018-03-24 12:04:16   STENBOL - Nûr Muhammed Abay ê ji aliyê kesên xwe bi navê "îstihbarat" dan nasîn hat revandin û  rastî îşkenceya elektrîkê hat û piştî 17 rojan li nava zeviyê hat dîtin û polîsên TEM'ê ew binçav kirin, hat girtin û ew şandin girtîgehê.    Welatî Nur Muhammed Abay ê 22 salî li Navçeya Bagcilarê ya Stenbolê di 16'ê Sibatê de ji aliyê kesên xwe bi navê “istihbarat” dan nasîn hat revandin û rastî îşkencyea bi ceyranê hat. Rastî gefê kuştinê hat. Di 22'ê Sibatê de li nava zeviyekê nîv tazî hat dîtin. Di 11'ê Adarê de vê carê ji aliyê polîsê TEM'ê ve hat binçavkirin. Nur Muhammed Abay, piştî di bin çavan de rastî lêpirsînê hat sewqî dozgeriyê kirin. Dozgeriyê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" sewqî dagehê kir. Dadgehê jî bi heman sucdariyê der barê wî de biryara girtinê da û şand girtîgehê.    Li gel Abay pismamê wî Mervan Abay û Kubra Kan, Şoreş Ozalkan jî hatin binçavkirin. Hicran Kaya a ku ji wê xwestin bibe sîxur jî li dozgeriyê serbest hat berdan.    ÎHD JI BO HÎCRAN KAYA DAXUYANÎ DA   Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo Hicran Kaya ya ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan di 22'ê Adarê de civina çapemeniyê li dar xist. Parêzera Kaya Burcu Gul, diyar kiribû ku polîsan di bin çavan de ji muwekila wê xwestiye bibe sîxur. Gul, der barhê serpêhatiya muwekîla xwe Hicran Kaya de wiha got: "Kaya di 13'ê Sibatê de hat binçavkirin û polîsan di bin çavan de xwestiye ku alîkariyê bide wan gefa 'Ger ku tu nebe alîkarê me em dê 2 hefte şûnde dîsa te binçavbikin' xwarine. di 21'ê Sibatê de hat berdan, lê di 14'ê Adarê de dîsa hat binçavkirin." Parêzeran piştî vê bûyerê li serdozgeriyê serlêdana sûc kiribûn.    ÎHD Û TÎHVÊ JI BO REVANDINA ABAY JÎ DAXUYANÎ DABÛN   Komeleya Mafên mirovan (ÎHD û (TÎHV) di 14'ê Adarê de ji bo Nur Muhammed Abay daxuyanî dabûn. Di daxuyaniyê de diyar kiribûn ku Abay di 16'ê Sibatê de dema diçû kargeriya tekstilê piştî ji mala xwe derket hatiye revandin û di 22'ê Sibatê de li nava zeviyê hatiye dîtin. Piştî serî li komeleya wan ÎHD û vakfa TİHV’ê daye di 11'ê Adarê de li gel pismamê xwe Mervan Abay ji aliyê polîsên TEM'ê ve hatiye binçavkirin.    Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî rewşa Abay wiha gotibû: "Abay dema diçe kar hin kes torbeyê dişibe torbe dixin serê wî. Yekî jî destê wî li pişt wî kelepçe kiriye. Du kes dikevin milê wî û bi zorê wî li dolmîşê suyar dikin. Ew birin avahiyekê û li wir îşkence lê kirin. Ceyran dane laşê wî. Destê wî dane ser quranê û îfade pê dane îzme kirin. "    Nûnera TÎHV'ê yê Stenbolê Umit Efe jî diyar kiribû ku îşkencyeya li Abay hatiye kirin şopa wê li ser ruh û bedena wî hatiye xuyakirin.