Xabûr: Dê faşîzm li Efrînê têk biçe 2018-03-24 11:39:04   AMED - Nivîskara rojnameya Welat Dîcle Xabûr di qunciknivîsa xwe ya îro de bal kişand ser dagirkeriya Efrînê û têkoşîna gelê kurd û diyar kir ku dê faşîzm li Efrînê têk biçe.      Nivîskara Rojnameya Welat Dîcle Xabûr, di qunciknivîsa xwe ya îro de bal kişand ser dagirkeriya li ser Efrînê û berxwedana gelê Efrînê. Dîcle, anî ziman ku ji destpêka mirovahiyê heta niha gelê kurd li ser vê erdnîgariyê her tim bi gelên din re bi awayeke azad, wekhev û di nav biratiyê de jiyaye. Dîcle, anî ziman ku beyî ku êrîşî cîranên xwe bike, her tim li dijî zilmê sekiniye û ji bo parastina cîranên xwe jî şer kiriye û wiha got: "Ev yek di dema Hûrî, Mîtanî û Medan de wiha bûye û niha jî heman kurd li dijî faşîzm û DAIŞ’ê ji bo parastina mirovahiyê şer dike. Ji bo vê yekê jî gelek bedelan dide. Gelê kurd her tim rastî êrîşên tunekirinê hatiye û bi komkujiyên mezin re jî rû bi rû maye. Ev komkujî niha li Efrînê jî didome. Lê tevî vê yekê jî xwe li ser pêyan girtiye û kariye ku çand û zimanê xwe biparêze. Gelê kurd bi axa xwe ve girêdayî maye û koletî qebûl nekiriye. Ji bo tunekirina gelê kurd û îradeya wî, di salên 1920 -1921’ê de bi Hevpeymana Qahîreyê biryara tunekirina gelê kurd hat dayîn. Li gorî vê, ya yekem; dê nehêlin tu caran pirsgirêka kurd çareser bibe û ya duyem jî; dê bi tu awayî rê nedin ku li ser axa Kurdistanê tevgerên azadiyê derkevin. Ger çê bibin jî dê bên tunekirin."    ÊRÎŞ LI DIJÎ FELSEFEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E    Dîcle, bal kişan ser îro û Tevgera Azadiyê ya Kurd û wiha berdewam kir: "Ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê jî bi hemû rê û rêbazên cuda bikartînin. Ji ber ku ew jî dizanin ku vê tevgerê gelê kurd ji xewa giran hişyar kir û kurdan dike xwedî nasnameyeke azad û dike xwedî îrade. Êrîşên li ser Serokatiyê û yên li ser Efrînê bingehan xwe ji vê digire. Felsefeya neteweya demokratîk a Rêber Apo niha li rojavayê Kurdistanê teşe digire, ji bo tunekirina vê jî tifaqa faşîst a MHP-AKP’ê bi erêkirina hêzên herêmî û navneteweyî jî dixwazin di şexsê Efrînê de vê projeyê tune bikin. Ev yek di serî de li Serêkaniyê û Kobanê ceribandin û têk çûn, niha jî dixwazin li Efrînê biceribînin. "    TUNEKIRINA KURDAN ESAS HATIYE GIRTIN   Dicle Xabûr, destnîşan kir ku di êrîşa zîhniyeta dagirker a li ser Efrînê de mirov dibîne ku tunekirina kurdan esas hatiye girtin û wiha dirêjî da nivîsê: "Gelê Efrînê yê birêxistinkirî ku xwediyên wê axê yên bi hezaran salane, bi berxwedaneke ku di cîhanê de nehatiye dîtin li ber xwe da û li ber xwe dide. Gelê Efrînê yê ku bi pergala xwe ya azad û demokratîk bi dehhezaran koçberên Sûriyeyê jî pêşwazî kirin, ev kes jî tev li vê pergalê kirin. Rêber Apo dibêje ku gelek çiqas birêxistinkirî be, li dijî êrîşan serkeftina wî gelî jî ewqas pêkane. Ji ber vê yekê bû ku dijminê xwinmij li dijî gelê Efrînê bi çek û teknîka şer a herî pêşketî bi hovane êrîş kir. Çawa ku gelê Vîetnamê li dijî ewqas hêzên mezin bi îradeya xwe biserket, îro jî berxwedana gel û şervanên Efrînê ya ku berxwedana Vîetnamê jî derbas kiriye, dê biserkeve û Efrîn ji dagirkeran bê paqijkirin."     LI SÛREYE ŞERÊ MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK Û MODERNİTEYA KAPÎTALÎST HEYE   Xabûr bal kişand ser şerê li Efrînê tê meşandin û da zanîn ku îro li Sûriyeyê şerê modernîteya demokratîk û modernîteya kapîtalîst heye û wiha berdewam kir: "Hêzên kapîtalîst jî dizanin ku yên li Sûriyeyê bi bandor dibin, dê li tevahiya Rojhilata Navîn bi bandor bibin. Ji ber vê yekê ye ku li Sûriyeyê bi hemû hêza xwe şer dikin. Li dijî gelên herêmê konsepteke giştî heye. Ji ber vê yekê jî tevî qirkirinên dewleta tirk jî hemû hêzên cîhanê bêdeng in û di nava tifaqên qirêjî de ne.  Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li Efrînê bi sedan zarok, jin û sivîl bi awayeke hovane di bin navê ‘şerê li dijî terorê’ de qetil kirin. Lê Neteweyên Yekbûyî (NY) xwe li kerî, korî û lalbûnê pêça. Mixabin îro tu ferqa NY’yê ji faşîzma Erdogan ê faşîst nemaye. NY ya ku li hemberî vê qirkirinê bêdeng maye mirov dikare bibêje ku bûye parêzvanê mafên berjewendiyên hêzên modernîteya kapîtalîst."     BÊDENGIYA NY CESARET DA ERDOGAN    Xabûr, destnîşan kir ku ger îro di şexsê Efrînê de li ser gelê kurd jenosîdek heye, sedema vê jî ew e ku li Efrînê xweperwerdekirin û birêxistinkirina gelê Efrînê ya li ser felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: "Yên ku dibêjin ‘em li dijî terorê şer dikin’ gelo qet li xwe nanihêrin. Gelo qirkirina gelekî ku bi hezaran salan e li ser axa xwe û koçberkirina wî gelî bi xwe, ne terorîzma herî mezin e? Ger ev yek terorîzm nebe, wê demê bila NY pênaseya terorîzmê bike da ku herkes bizane. Li ber çavên NY’ê zarok ku Erdogan wan weke ‘terorîst’ pênase dike hatin qetilkirin lê NY bêdeng e. Vê bêdengiyê jî ji xwe ewqasî cesaret da Erdoganê faşîst. Îro zîhniyeta ku Komkujiya 1915’an a ermenan pêk anî bi milyonan ermen qetil kirin, li dijî gelê kurd jî di çarçoveya konsepteke qirkirinê de li ser kar e."     KURDAN LI DIJÎ DAIŞÊ PARASTINA TEVAHÎ CÎHANÊ KIR   Dîcle herî dawî wiha nivîsand: "Li hemberî terora navneteweyî ya DAIŞ’ê, gelê kurd ji bo paratina temamiya cîhanê şerekî mezin kir, bedelên giran dan û anî ber tunebûnê. Lê îro tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê di bin navê ‘şerê li dijî terorê’ êrîşî van hêzên kurd dike. Di lîteratûra mirovahiyê de tiştekî wiha nîn e. Hemû cîhan jî vê rastiyê dibîne lê niha lîstika sê meymûnan dilizîn. Wijdanê mirovahiyê bi vê bêdengiyê hatiye rakirin. Rastiyek li Efrînê heye. Ew jî ew e ku li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê gelên Efrînê ji bo hemû mirovahiyê berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Berxwedana di qonaxa duyemîn de didome. Gel û şervan li serkeftinê kilît bûne û dê biserkeve. Israra gel û şervanan mîsogeriya serkeftinê ye. Weke ku hevalê Çiyager di berxwedana Sûrê de got; ‘Dawî çi dibe bila bibe dê muhteşem be’, weke ku hevalê Mehmet Tunç got; ‘Em ê çogê netewînin.’ Îro Efrîn jî bi heman awayî li ber xwe dide. Divê herkesê ku dibêje ez xwedî wijdanim, divê bizane ku xwedîderketina li Efrînê erkeke mirovahiyê ye. Weke heval Çiyager gotiye ‘dê dawî muheteşem be’ û dê faşîzm têk biçe."