Şakar: Ocalan hişyar kiribû ‘Hûn di nav şer de ne şer’ 2018-03-24 09:02:47 STENBOL – Parêzer Mahmût Şakar, bi bîr xist ku 3 sal berê Ocalan ji bo Efrînê gotibû "Eger tu hemû bala xwe bidî ser xebatên avahiyan û tu ji bîr bikî ku tu di nav şer de yî, tu yê gelek caran derban bixwe. Hûn di nav şer de ne nav şer" û wiha got: “Divê her tişt wekî hinceta xurtkirina hêza xwe ya cewherî esas bê girtin.”  Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê OSO’yê di roja 64’an de ne. Parêzer Mahmût Şakar bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê da û bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi heyeta HDP’ê re têkildarî Efrînê hin hişyarî kiribûn.    ‘RÛXANDINA CIZÎR Û NISÊBÎNÊ BI EFRÎNÊ TÊ DOMANDIN’   Şakar bi lêv kir ku tu argûmanên Tirkiyeyê yên der barê êrîşa li ser Efrînê de ne rast û bawerker in. Şakar, destnîşan kir ku tekane hinceteke Tirkiyeyê ya der barê dagirkirina Efrînê de heye, ew jî tunekirina destkeftiyên kurdan, texrîbkirina projeya jiyana wekhev a Kantona Efrînê û guherandina demografiya wê ye. Şakar destnîşan kir ku êrîşa li ser Efrînê berdewamiya Cizîr û Nisêbînê ye û got: “Kesên Nisêbîn û Cizîrê rûxandin, veguherandin qadeke dûz û bi alayên xwe ev rûxandin xemilandin, heman polîtîkayê li Efrînê didomînin. Û bi qasî ku ji gotinên Erdogan tê fêmkirin ku dê ev rûxandin û paqijkirina etnîkî li bajarên Rojavayê yên din û Şengalê jî hedef bigire. A rastî bi îkameya TSK û OSO’yê hewl didin bigihên hedefên stratejîk ên DAIŞ’ê. DAIŞ çend dijminê kurdan û mirovahiyê be, karakter û neyta kesên Efrînê dirûxînin jî heman tişt e.”   Şakar, bal kişand ser tewrê Neteweyên Yekbûyî (NY), Parlementoya Ewropayê (YE) û welatên Ewropayê ya ji bo Efrînê û got: “Bi awayekî zaf aşkere, rûxandin û qetliyama li Efrînê bi desteka van hêzên navborî pêk hat. Ji hêla Tirkiyeyê ve îqnakirina van hêzan mijareke din e, lê hinan jê bi awayekî aşkere destek da, hin jê jî bi bêdengiya xwe bûn hevparê vê pêvajoyê. Rûxandin, talankirin û qetliyama li Efrînê di nêvengeke ku bi destê Rûsya û rojavayê (ya cîhanê) hat avakirin de pêk hat.”    ‘LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ HELWEST DIVÊ’    Şakar, têkildarî çalakiyên kurdên li Ewropayê ku ji bo Efrînê li dar dixin de jî got: “Her çend dewlet li kêleka dewleta tirk cih girtibin jî, gel jî li kêleka gelê kurd cih girtine. Gel, derdorên pêşverû û demokrat, jin bi desteka xwe li cem gelê me cih girtine. Li Ewropayê çalakiyên zaf bandorker hatin lidarxistin. Raya giştî ya Ewropayê jî ev yek dît û da der. Lê belê hewldan û desteka gelê kurd û dostên wan têrî binpêkirina durûtî û bêdengiya hikûmetên Ewropayê nekiriye. Aşkere ye ku pêdivî bi pratîkên hîn hêzdartir û hîn bandorker heye. Divê ji çalakiyên agahdarkirinê, peydakirina hesasiyetê wirdetir, divê hikûmetan di warê helwesta li dijî dagirkeriyê de bitengijînin. Di vî warî de hin nîqaş tên kirin. Greva birçîbûnê ya li Cenevreyê, çalakiya konan ali Brûkselê û roja “Çalakiya Global a Ji Bo Efrînê” ku îro dest pê kir jî di vê çarçoveyê de ne.”    ‘3 SAL BERÊ OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ’    Şakar, bi bîr xist ku Ocalan di hevdîtina xwe ya bi heyeta HDP’ê re der barê Efrînê de hin hişyarî kiribûn û got: “Tişta sereke ya digot, divê pêvajo bi awayekî cidî esas bê girtin û bê amadekirin. Mînak wisa digot: ‘Eger tu hemû bala xwe bidî ser fealieytên avahiyan û tu ji bîr bikî ku tu di nav şer de yî, tu yê gelek caran derban bixwî. Hûn di nav şer de ne nav şer.’ Her wiha dîsa der barê Efrînê de wiha gotibû: ‘Di nûçeyan de tim tê gotin li Efrînê atolyeyên tekstîlê tên avakirin. Rewşeke ku nizanin bi çi re rû bi rû ne serdest e. Îro ne roja avakirina atolyeyên tekstîlê, roja avakirina atolyeyên çek û muhîmatan, afirandina komunîzma şer e ku divê bibe malê hemû civakê.’ Birêz Ocalan 3 sal berê ev tişt dîtibûn û hişyar kiribû. Li qadên jiyana azad, bi qasî avakirina modela rêveberiyeke pirnasnameyî û komunal, parastina vê jiyanê jî girîng e, bal kişandiye ser vê yekê.”    Şakar destnîşan kir kir ku êrîşên tên kirin li dijî preojeya çareseriyê ya gelên Rojhilata Navîn e û got: “Tenê ne li dijî kurdan, li dijî hemû gelan e.”    ‘WÊ BI FELSEFEYA OCALAN AZADIYA GELAN PÊK BÊ’    Şakar got: “Efrînê bi berxwedaneke bêhempa tewra xwe ya li hemberî dagirkeriyê nîşan da. Aczîbûna dewleta tirk jî bi vê berxwedanê nîşan daye. Her wiha niha ev berxwedan bi awayên cuda didome.” Şakar diyar kir ku gelê Efrînê û berxwedêr jiyanê, axê, pirdengîtiyê, cudatiyê û pêşerojê diparêzin. Şakar got: “Ma li ber jiyanê û dewlemendiya wê tu hikmên tacirên mirinê hene? Ma wê ji Hîtler bêtir mirinê bînin? Ma wê ji Seddam bêtir şidetê bînin? Wê emre vê siyaseta ku li ser esasen mirinê hatiye sêwirandin pir ne dirêj be. Wê bi felsefeya Ocalan gelê Efrînê û gelên bindest ên Rojhilata Navîn azadiya nasnameyan bi awayekî têkûz ava bikin. Riya vê yekê jî bi têkoşîneke vîndar, baweriyî û hêviyê pêkan e.”    MA / Sadiye Eser