ROJEVA 24'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-24 09:00:41 * Parêzer Mahmût Şakar, bi bîr xist ku 3 sal berê Ocalan ji bo Efrînê gotiye: “Eger tu hemû bala xwe bidî ser fealieytên avahiyan û tu ji bîr bikî ku tu di nav şer de yî, tu yê gelek caran derban bixwî. Hûn di nav şer de ne nav şer.” Şakar got: “Divê her tişt wekî hinceta xurtkirina hêza xwe ya cewherî esas bê girtin.”  * Îsal jî ji ber qedexekirina çûyîna zozanan û “herêmên ewlehiya taybet” colemêrgî nikarin zêde rêwas, kereng, pûng, ardû, sterk û gulîkan berhev bikin.    * Jinên ku di Roja Jina ya Cîhanê de bi şidetê re rû bi rû man, diyar kirin ku ev yek ji ber polîtîkayên jinan ên îktîdarê xwe dide der û gotin: “Bila jin li hemberî çewisandinên herî biçûk de jî dengê xwe derxînin, çimkî dema em bêdeng bimînin wê bêtir bi ser me de bên.”   * Li Mêrsînê, Yuksel Aktîmûr datliyên kilor çê dike û difiroşe. Yuksel got ew bi vî awayî debara malê dike û datliyên wê pir xweş in.    * Li Heskîfa ku rûxandin lê didome, bêyî ku qada cihnişînê ya nû temam bûbe, ji esnafan tê xwestin ku dikanên xwe vala bikin. Xwediyên kargehan destnîşan kirin ku sozê hatine dayîn bi cih nayên.    * Li Cizîrê di dema qedexeyên derketina derve de 251 kes miribûn û ji 2 hezarî zêdetir jî avahî hatibûn rûxandin. Têkildarî van qewimînen, derket holê ku tenê li “peywirdarekî ewlehiyê” doza cemaweriyê hatiye vekirin.   * Daîreya Ceza ya 9’emîn a Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê, biryara ku dadgeha herêmî ya ku der barê Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr de da, hema bêje bi heman awayî da. Her çend qeyda sicîla edlî tune ye, jî dadgehê ceza taloq nekir û ji ber vê dê parlementeriya Baydemîr bê betalkirin.    * Piştî ceyrana gundên Qoserê hat qutkirin welatiyan bertek nîşan da. Welatiyan diyar kirin ku bêyî deynê ceyrana wan hebe, rayedar ceyranê ji ser gundê wan qut dikin.    * Dayikên Şemiyê çalakiya "Faîl diyar in, winda li ku ne? dê di hefteya 678'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên windayan dê çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 475'an de li avahiya ÎHD'ê berdewam bikin. (12:00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmê winda û nexweşan dê çalakiya “Bila winda bên dîtin" û “Girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 425’an de berdewam bikin. (13.00)   * Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 313'an de li Qada Galatasarayê berdewam bike. (13.30)   *Platforma Şaxan a KESK'ê ya Îzmirê dê li dijî OHAL û KHK'ê li navçeya Konak a Îzmirê daxuyaniyê bidin. (14.00)   * Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr dê piştî beton rokirin ser Girê dîrokî yê Xirabreşkê, biçe Xerabreşkê ziyaret bike. (14.00)    * Xebatkarên TV10'ê ji bo televîzyona wan bê vekirin dê di hefteya 77'an de li qada Galatasarayê çalakiya xwe berdema bikin. (14.00)