Rojnamevan Erol hat berdan 2018-03-23 20:59:09   ENQERE – Li Enqereyê rojnamevan Dûygû Erol jî di nav de 5 kes bi şertê venêrîna edlî hatin berdan. Li Enqereyê di 20’ê Adarê de rêveberên HDP’ê û rojnamevan Dûygû Erol jî din nav de 11 kesên hatibûn binçavkirin, piştî karên li emniyete sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin. Hat hînbûn ku kesên hatin binçavkirin ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî û daxuyaniyên çapemeniyên di 2016-2017 hatin tawanbarkirin. Tevî rojnamevan Dûygû Erol, Sûlhaddîn Deger, Abdûllah Ay, Diyar Tûrgût û Diyadîn Firart ji aliyê dozger ve bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Nasur Îkîncîsoy, Lomen Ozer, Ûtkû Arican, Ceren Giler, Mîne Metîn û Şevket Çavûşoglû jî ji aliyê dozger ve bi şertê venêrîna edlî hatin berdan. Rojnamevan Erol û Deger, Ay, Tûrgût û Firat jî ji aliyê Dadweriya Ceza ya Sulhê ve bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.