Li Edeneyê xwendekarek hat kuştin 2018-03-23 20:48:40   EDENE- Li Edeneyê xwendekarekî dibistana navîn ji aliyê xwendekarekî hevsalê xwe bi kêrê hat kuştin. Li Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhan a Edeneyê, li ber Dibistana Navîn a 80’inci Yil’ê O.T. (17) yê ku têkiluya wî ji dibistanê hatiye qutkirin bi kêrê xwendekarê pola 8’an T.S. (15) kuşt. O.T.’yê ji cihê bûyerê reviya, polîsan ew binçavkir. Cenazeyê T.S. ji bo otopsiye birin Saziya Tibê ya Edlî ya Edeneyê û hat hînbûn ku piştî karên ootopsiyê dê li Goristana Kuçuobayê bê definkirin.