Li Bismilê ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin 2018-03-23 19:31:44   AMED-  Li Bismilê di 13’ê Adarê de rêveberên DBP’a navçeyê û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 16 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin. Li navçeya Bismil a Amedê, di 13’ê Adarê de di avêtina ser malan de rêveberên DBP’a navçeyê û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 16 kes hatibûn binçavkirin. Piştî 11 rojên binçavkirinê 16 kes îro sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Dozgeriyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” her 16 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadweriya ceza ya sulhê kir. Piştî lêpirsîna li dadweriyê 8 kesên navên wan nehat zanîn bi şertê venêrîna edlî hatin berdan. Hevserokê DBP’a Bismilê Mehmet Onat, endamên meclîsa Şaredariya Bismilê Hayrettîn Satar, Mehmet Guler, Kadriye Dogan û Şemsettîn Balaban, Yûsûf Tiryakî , Ganî Ozalp û jina bi navê Zekiye ku paşnavê wê nehat hînbûn hatin girtin. Kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.