Dozgeriyê careke din serlêdana malbatan red kir 2018-03-23 19:21:42   STENBOL- Malbata Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê çê bikin serî li dozgeriyê dan. Dozgeriyê serlêdana malbatan a 68’emîn jî red kir. Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re roja duşemê hevdîtinê çê bikin, bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê daxwaza malbata Ocalan red kir. Her wiha malbatên Hamîlî Yilidrim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi riya parêzerên xwe serî li serdozgeriyê dabûn, lê belê daxwaza wan jî hat redkirin. Ji 11’ê Îlona 2016’an ve 68 car in malbat serî li serdozgeriyê didin. Heta niha  serlêdanên malbatan hemû hatine redkirin.