Li Şirnexê hin kesên hatibûn binçavkirin berdan 2018-03-23 16:11:54 ŞIRNEX – Li Şirnexê beriya Newrozê ji gelek kesên hatin binçavkirin heta niha 12 kes hatin berdan, kesek hat girtin û hêj gelek kes di binçavan de ne.  Li Şirnex û navçeyên wê di 20’ê adarê de di serdegirtina malan de gelek siyasetmedar û welatî hatibûn binçavkirin. Hefvseroka HDP’a Bajarokê Dêrgulê Meryem Akyuk û kesê bi navê Necmettîn Îşlek piştî îfadeyan hatin berdan. Rêveberê HDP’a Şirnexê Husnu Kaydi, Rêveberê DBP’a Şirnexê Abdulkerîm Guleş û Hevserokê HDP’a bajarokê Dêrgulê Ekrem Guler hêj di binçavan de tên ragirtin.   Hevserokê Şaxa MEYA-DER’ê ya Cizîrê ya bi KHK’ê hat girtin Mele Kasim Yigît, hevjîna Mahmut Duymak ê di qedexeya li Cizîrê de hat kuştin Lutfiye Duymak, welatiyên bi navê Egît Erkul û Burhan Baytaş jî yên li Cizîrê hatibûn binçavkirin hêj li emniyetê tên ragirtin.    Ruşen Yigît, Asker Kivanç û 3 kesên din jî li dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Kanya Ozalp ê li Newroza Cizîrê hat binçavkirin jî bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin. Li aliyê din 6 kesên din ku piştî pîrozbahiya Newrozê li navenda navçeyê hatibûn binçavkirin di binçavan de tên girtin.    LI SILOPÎ 13 KES DI BINÇAVAN DE NE   Husniye Alkiş, Abdullah Anlar û Îsa Taştamur ên li Silopiyê jî hatin binçavkirin piştî îfade dan miduriyeta polîsan hatin berdan. Li bendê ye 13 kesên din jî ku li Silopî hatibûn binçavkirin derbixin edliyê.    Halît Merîç û Seher Ulaş ên li navçeya Elkê jî hatibûn binçavkirin hatin berdan. 3 kesên din jî hêj di binçavan de ne.    Li Hezex, Basa û Qilebanê jî 8 kesên hatibûn binçavkirin hêj di li miduriyeta polîsan tên ragirtin.    Parêzerên xwestin têkildarî binçavkirinê agahî bistînin, polîsan bi hinceta “di dosyeyê de biryara nepen heye” agahî nedan.