Di lêpirsîna Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye 2018-03-23 15:24:37 AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku di dosyeya lêpirsîna kuştina Tahir Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye. Ozmen, got ku ewê destûr nedin dosya di tarîtiyê bimîne. Baroya Amedê, ji bo faîlên Tahir Elçî yên di 28’ê Mijdara 2015’an de li ser Mînareya Çar Ling kuştin bên dîtin, dosyeya lêpîrsînê bê kûrkirin û şermezar kirina kujerên wî nedîtin, di hefteya 119’emîn de li ber Edliya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û wiha got: “Ji roja ku Elçî hatî kuştin û vir de di dosyeya lêpîrsînê de tu pêşketin çênebûye.”   Ozmen, da zanîn ku tenê gumanberek jî tuneye û wiha bilêv kir: “Rayedar berpirsiyariyên xwe yên li hemberî kuştina Elçî bi cih nayînin. Em ê tu cara nehêlin ku dosyeya Elçî di taritiyê de bimîne. Heya faîlên kuştina Elçî bên dîtin û darizandin, em ê dest ji têkoşîn û çalakiya xwe bernedin. Em ê bi biryardarî çalakiya xwe berdewam bikin.”