'Dema ez li Sûr û Cizê mêze dikim ez Kerbelayê dibînim' 2017-10-08 16:55:30   NAVENDA NÛÇE - Serokê Şaxa PSAKD'ê Cafer Koluman diyar kir ku li ku zilm û zalimî hebe li wir Kelrbela tê bîra mirovan û wiha got: "Dema ez li Koçgirî, Dersim, Sûr, Cizîr û Sêwasê mêze dikim Kerbela tê bîra min."   Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) li Amedê di şaxa xwe de eşûre belav kir. Şahiya ku Şaredariya Beşîktaşê jî piştgirî dayê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Wekîla HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, endamên HDP, DBP ESP, ÎHD, Platgorma Demokrasî û Kedê ya Amedê jî di nav de gelek kes beşdar bûn. Di şahiyê de pankarta "Duh Kerbela, îro Mereş, Çorum û Sêwasê em ji bîr nakin" hat daliqandin. Endamê Lijneya Rêveberiya Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) û Serokê PSAKD'a Amedê Cafer Koluman, der barê Meha Muharremê de axivîn û aşkera kirin ku dema meha muharremê tê gotin, mexdûrbûn, masûmiyet, komkujiya Kerbelyê ya li dijî elewiyan nayê ji bîrkirin û Komujiya Kerbelayê di sala 1337'an de pêk hatiye.   Koluman eşkere kir ku dema ew li Sûr û Cizîrê mêze dike Kerbela tê bîra wî û piştrast kir ku ji ber ku komujiya kerbelayê wisa hatiye nivîsandin, ji ber wê nayê ji bîrkirin.