Cezayê Baydemîr erê kirin 2018-03-23 15:05:34   DÎLOK - 9'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyê ya Herêma Dilokê, salek û 5 meh û 15 roj cezayê li parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir hatibû birîn erê kir.    9'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyê ya Herêma Dilokê, salek û 5 meh û 15 roj cezayê ku bi îdîaya "Heqaret li polîs kiriye" li parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir hatibû birîn erê kir.    4'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê bi îdîaya "Haqaret li polisan kiriye" Salek û 5 meh û 15 roj ceza li Baydemîr birûbû. Danişina dozê li 9'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyê ya Herêma Dilokê hat dîtin. Di danişînê de parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir û parêzerên wî amade nebûn. Heyetê îtîraz nirxand û 1 sal û 5 meh û 15 roj cezayê dadgeha herêmî erê kir. Piştî ceza hat erêkirin dê li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê xwendin.