Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 740’emîn hat redkirin 2018-03-23 14:43:23   STENBOL - Parêzerên Ocalan bi armanca bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 74’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Dozgeriyê dîsa serlêdana parêzeran red kir. Malbata Ocalan û malbatên sê girtiyên din ên li Îmraliyê bi boneya hevdîtinê cara 68’emîn serî li Serdozgeriyê dan    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz Çîçek û Fuat Coşacak bi armanca sibê bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve ev bû 740 car parêzer ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin. Dozger, dîsa serlêdana parêzeran red kir.   Serlêdana daxwaza parêzeran ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” 740 care tê redkirin.   MALBATAN CARA 68’EMÎN SERLÊDANA HEVDÎTINÊ KIRIN    Li aliyê din xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan bi riya parêzeran bi boneya roja duşemê hedîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Malbatên sê girtiyên din ên li gel Ocalan dimînin jî serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konak û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Bi vê serlêdanê re ji 11’ê îlona 2016’an vir ve ev bû cara 68’emîn malbat serî li dozgeriyê didin.