‘Êlihê bersiv da çeteyên ku peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin’ 2018-03-23 14:26:34   ÊLIH – Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê malovaniya bi deh hezaran kesê beşdarî Newrozê Êlihê bûn kir û got: “Gelê me di Newrozê de bersiv da çeteyên OSO’yê yên ku peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê hilweşandin.”    Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê têkildarî Newroza li Êlihê hat pîrozkirin, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevşaredarê Qubînê Mustafa Ozturk, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Songul Korkmaz, Hevseroka HDP’a Êlihê Bêrîvan Helen Işik, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê Şukru Tapkan beşdarî civînê bûn.    ‘GELÊ ME BERSIV DA POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ’    Hevşaredarê Qubînê Mustafa Ozturk li ser navê Komîteya Amadekar daxuyanî da û wiha got: “Li gel hemû polîtîkayên zext û astengiyan jî, li Êlihê bi deh hezaran di Newrozê de gihîştin hev. Em yek bi yek malovaniya gelê xwe dikin. Gelê me di Newrozê de bersiva da hemû polîtîkayên qirêj ên şer û zextan. Her wiha gelê me bersiva herî xurt jî da çeteyên OSO’yê yên ku peykerê Kawayê Hesinkar li Efrînê hilweşandin.”