Rojnameger Nûjiyan Erhan hat bibîr anîn 2018-03-23 12:56:43 AMED - Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, Rojnameger Nûjiyan Erhan (Tuba Akyılmaz) ku 3'ê Adara 2017'an li bajarokê Xanesorê yê Şengalê ji aliyê komeke PDK'ê ya bi navê 'pêşmergeyên roj' ve hat birîndarkirin û di şeva 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî. Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, Rojnameger Nûjiyan Erhan (Tuba Akyılmaz) a li Xanesorê yê Şengalê ji aliyê peşmergeyên Roj ve hat kuştin bibîr anî. Platformê di daxuyaniyê de diyar kir ku Nûjiyan kevneşopiya çapemeniya azad dewam kir û bû dengê gelê Şengalê. Platformê, da zanîn ku Nûjiyan Erhan, bi lêgerîna xwe rojnamevaniya jinên Kurd gavek din pêşve bir û ji roja dest bi karê çapemeniyê kir heta 3'ê Adarê rastî eşkere kir û bû meşaleyek ji nûçegihaniya jinê re. Platformê destnîşan kir, jinên Şengalî ku Nûjiyan qîrîna wan a azadiyê ji cîhanê re radigihand, pênûsa Nûjiyan dewr girtine û dane ser şopa wê. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Weke Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, em Nûjiyan Erhan ku meşaleya rastiyê ye bi bîr tînin û careke din dibêjin ku em ê li ser şopa rastiyê bin ku di oxira wê de Nûjiyan jiyana xwe ji dest da."