TJA: Tecrîd wê bişike û azadî wê bi ser bikeve 2017-10-08 16:40:01 AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA’yê bal kişand ser Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê û diyar kir ku êrîşa 9’ê Cotmehê destpêka wê planê ye ku ji bo şoreşa gelan, şoreşa azadiyê ya jinan bifetisînin, hewl dane ku Rêbertiya şoreşê ji holê rakin û wiha got: "Ev pêvajoya ku bi komploya navdewletî dihate xwestin bi encam bikin, bi berxwedaniya bêmînak a Birêz Ocalan, bi berxwedana mezin a jinan, ciwanan û hemû gelê me hatiye pûçkirin."   TJA’yê da zanîn ku gelê kurd bi şoreşa Rojava re li Rojhilata Navîn bi rengekî ku jê veger nîn e ketiye wê pêvajoyê ku azadiya xwe ya polîtîk û li çar parçeyan statûya yekitiya Kurdistanê bi dest bixe û ev tişt hat gotin: "Mêtingeriyê xwest ku vê pêvajoyê bi şer, qirkirin û dagirkeriyê rawestîne, ji bo vê plana têkoşikînê saz kiriye û beriya êrîşê jî li Îmraliyê, li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda teqez xistiye dewrê."   BANG LI DIJÎ TECRÎDÊ   TJA'yê di dawiya daxuyaniyê de got ku ew êrîşa 9’ê Cotmehê û tecrîdê şermezar dikin, tu hêz û zilm li pêşberî bûyina dîrokî ya ku dema wê hatiye, li dijî civakîbûyina ku bûye xwedî mekan wê nikaribe raweste. TJA’yê bang li jinan jî kir û ev tişt li daxuyaniya xwe zêde kir: "Bi vê hişmendiyê em bang li hemû jinan û gelê xwe dikin ku li dijî siyaseta komploger têkoşînê mezin bikin. Têkoşîna me ya azadiyê wê heqîqeta ‘Tecrîd wê bişike, azadî wê bi ser bikeve’ bigihêje encamê."