Li Bazîdê kesek hat girtin 2018-03-23 11:34:21 AGIRÎ - Li Bazîdê ji 8 kesên berî Newrozê hatin binavkirin Remzî Turk hat girtin. Li navçeya Bazîda Agiriyê berî Newrozê di serdegirtina malan de, Hevseroka HDP’ê yê Bazîdê Muhsîne Nakkuş, Abdurrahman Nakkuş, Halît Sagin, Yildiz Seferoglu, Taşkan Seferoglu, endama Meclîsê ya Şaredariyê Gonul Ozturk, Remzî Turk û Fatma Dogan hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên wan ên li Midûryeta  Polîsan bi dawî bû derxistin Edliya Agiriyê.    8 kesên bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” sewqî dozger kirin, piştî lêpirsîna dozger bi heman îdîayê sewqê dadgehê hatin kirin. Piştî parastina li dadgehê Remzî Turk bi heman hincetê hatin girtin û 7 kesên din jî hatin berdan.