‘Nûjiyan nehişt rastî bê kuştin’ 2018-03-23 10:36:13 AMED - Rojnameger Kîbriye Evren, diyar kir ku ji ber Nûjiyan Erhan li Şengalê rastiya êrîşan dinivîsî hat hedef girtin û got: “Nûjiyan ji bo ku rastiyan binivîse canê xwe danî holê.” Rojnameger Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz) di 3’yê Adarê de, li bajaroka Xanesor a Şengalê di êrîşa komên Roj Peşmerge yên girêdayî Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de birîndar bû û şeva 22- 23’yê Adarê de li Nexweşxaneya Hesekê jiyana xwe ji dest da. Edîtora Jinnewsê Kîbriye Evren derbarê salvegera roja şehadeta Erhan de axivî û bal kişand ser têkoşîna wê ya di rojnamegertiya jinê de. Evren, diyar kir ku êrîşên dihatin vejartin Erhan rastiya wan derdixist holê û wiha got: “Erhan li Şengelê têkoşîna jiyanê û êşên hatin jiyîn ji raya giştî ya cîhanê re radigihand. Gava em dibêjin Nûjiyan, destpêkê têkoşîna gelê Şengalê ya li dijî faşîzma DAIŞ’ê tê bira mirov. Nûjiyan yek ji jinên pêşeng ên rojnamegertiya jinê bû. Di şer de nehişt rastî bê kuştin. Ji ber vê yekê hat hedef girin û bi suîkastekê hat qetilkirin. Rastiya Nûjiyan Erhan, Gurbettellî Ersoz û Denîz Firat hedef girt, ji ber ku heqîqet  derdixistin holê.”   ‘ROJNAMEGERTIYA JINÊ DI HEDEFÊ DEYE'    Evren, anî ziman ku jinên tezên “Tenê zilam dikarin nûçegihantiya şer bikin” qebûl nekirin, bi hestên wijdan û edaletê li dijî propagandeya mîlîtarîzmê û provokasyonên şer rastî nivîsandin û îtîrazên civakê yên li dijî şer derxistin holê û ji ber vê rojnamegertiya jinê di hedefê deye.    ‘HEQÎQETÊ ROJNAMEGERTIYA JINÊ BI CESARET KIR’   Evren, da zanîn ku heqîqetê rojnamegertiya jinê bi cesaret kir û wiha bilêv kir: “Her ku faşîzm mezin dibe, netewperestî, zayendperestî û olperestî jî mezin dibe. Faşîzm destpêkê jinan hedef digire. Di vir de ji bo parastin û rojnamegertiyek rast tenê aqil têrê nake, divê cesaret jî hebe.”   Evren, di dewama axaftin xwe de wiha got: “Rojnamegertiya jinê ya xwedî kevneşopiya çapemeniya  azad, di heman demê de li dijî hişmendiya medya serdeste jî. Tu exlaqê çapemeniya medyaya hewzê tuneye. Girêdayî patronên medyayê ne. Polîtîkayên weşanên wan bi desthilatdariyê ve girêdayî ye. Di şerê Efrînê de me ev yek dît. Li gorî fermana desthilatdariyê tevdigerin û dixwazin gel manîpule bikin.”   ‘DI ÇAPEMENIYÊ DE AVAKIRINA JINÊ’   Evren, dest nîşan kir ku pergala desthilatdariya zilam wêran dike, lê jin ava dike û wiha bi dawî anî: “Di qada çapemeniyê de jî rastiyek wiha heye. Gava em li çapemeniya azad mêze dikin, kadraja rojnamegertiya jinê jiyana di pişt çeperên şer de hatî veşartin derxist holê. Jin nûçeyên xwe ne  li ser mirinê, li ser avakirina jiyanê dihûnin. Nûjiyan Erhan jî yek ji van jinan bû.”