Dozger hewl dide têkiliya mirî bi rêxistinê re çêke 2018-03-23 10:16:22   ŞIRNEX – Serdozgerê Komarê yê Cizîrê ku der barê mirina Nurî Çagli (74) yê di qedexeya kolanan a Cizîrê de birîndar bû û mehek şûnde jiyana xwe ji dest da, dixwaze têkiliya wî û rêxistinê bi hevre çêke.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Di qedexeyê de welatiyê 74 salî Nurî Çagli, di 1’ê Çileya 2016’an di tope barana leşker û polîsan a li ser taxa Cudî de, ji lingê xwe birîndar bûbû. Çagli 2’ê Sibatê jî di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.   BIRÎNDARKIRIN NE PIRSÎN   Serdozgeriya Cizîrê derbarê mirina Çagli de lêpirsîn da dest pê kirin. Di lêpirsînê de li şûna lêkolîna birîndar bûna Çagli bike, tekiliyên wî ya bi rêxistinê re lêkolîn kir. Dema Çagli birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, polis li ser cilê Çagli li şopa barût û guleyê geriyan. Lê bermayiyên şewatê derneket. Di çarçevoya lêpirsîna serdozgeriyê de Belgeya Mirinê ya ji Nexweşxaneya Cizîrê hatî xwestin. Lê di belgeyan de sedema mirinê ne hat nivîsandin. Di belgeyê de mirina Çagli wekî “Mirina xwezayî” hate nişandan û îfadeyên peyvîrdarên ambulansê hate şandin.   LÊPIRSÎN DI NAVA CIZÎR Û ŞIRNEXÊ DE MA   Serdozgeriya Cizîrê lêpirsîna da destpêkirin û di 13'ê Cotmeha 2017’an de der barê dosyayê de biryara bê erkdayînê da û dosya şand Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê. Serdozgeriya Şirnexê jî diyar kir ku têkiliya Çagli û rêxistdinê bi hev tune ye. bi daxwaza lêkolîna “Kesê ku mirî endamê rêxistinê ye an go di encama operasyona hêzên ewlehiyê de miriye” û “Kesê ku mirî ji aliyê endamên rêxistinê ve hatiye kuştin” biryara bê rayetiyê da û carek din dosya şand ji Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê re.    Her çiqas eleqeya mirina Çagli bi birindar bûnê re nebe û di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dayî be jî, lêpirsîn di nava Cizîr û Şirnexê re sal borand û tekiliyê Çagli bi rêxistinê re tê lêkolîn kirin. Parêzerên Çagli yên endamên Platforma Hiquqnasên Azadîxwaz (OHP) da zanîn ku hemû kesên dema qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dan, wekî “Endamên rêxistinê” tê nişandan û der barê wan de lêpirsîn tê vekirin. Parêzeran gotin ku serdozgerî dixwaze bi heman rê û rêbazê lêpirsîna Çagli jî bi biryara bêşondinê bide.    MA / Ozgur Paksoy