Dolar rekora dîrokî şikand 2018-03-23 09:35:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Dolar û euro şev nîvê şevê rekor li ser rekorê şikandin. Dolar di dîroka xwe de yekemîn car ji 4 TL’yê derbas kir, euro jî gihişt nêzî 5.0 TL’yê. Dolar û euroyê di saetên şevê de qîmat wan a li hemberî pereyên TL zêde bû. Hem dolar hem jî euro qîmeta wan a li hemberî TL rekor şkandin. Dolar di dîroka xwe de yekemîn car ji 4.0’ê derbas kir û bû 4.03 TL. Euro jî ji 4.97’an derbas kir û nêzî sînorê 5.0 TL bû. Ev zêdebûna dolar û Euro piştî hevdîtina bi telefonê ya Serokomarê DYA’yê Trump û Serokomarê Tirkiyê Erdogan hinek berjêr daket.   Îro serê sibê dolar bi 4.002 hesab dibîne û euro jî di 4. 97’an de hesab dibîne.