Venêrîna RTUK’ê û firotina Dogan Medyayê: Beriya hilbijartinê paqijkirin qadê ye 2018-03-23 09:05:03 STENBOL – Rêxstinên rojnamegeriyê û rojnamegeran qanûna venihêrîna înternetê ya RTUK’ê ku di Meclîsê re derbas bû û firotina Koma Dogan Medyayê nirxandin.  Rêxstinên rojnamegeriyê û rojnamegeran qanûna venihêrîna înternetê ya RTUK’ê ku di Meclîsê re derbas bû û firotina Koma Dogan Medyayê nirxandin. Rojnamevanan destnîşan kir ku bi vî awayî nêvengeke ku li gorî feraseta tekparêz tê avakirin.    Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin-Îş’ê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Farûk Eren, destnîşan kir ku dê bi vê qanûnê re înternet bibe qadeke hîn çewisîner û got: “Îktîdarê beriya hilbijartinê paqijiya qadê kir. Tekane qadek mabû ku raya giştî hay ji rastiyan çê dibû, ew jî qada înternetê bû. Li gor xwe vê qadê jî têxin bin zebtûreptê. Wê di pêş de diyar bibe ka çi qasî bi ser dikevin. Nifşê nû zîrek e, xwedî hişekî ku dikare çewisandinan bişikîne. Wê ev qanûn jî bi kêr neyê.”  Eren destnîşan kir ku ew çi qasî bi çewisandinî tev bigerin û venêrînê bikin jî, wê çapemenî bi awayekî riya xwe bibîne.     ‘BERIYA HILBIJARTINÊ PAQIJKIRINA QADÊ’     Her wiha Eren, der barê firotina Koma Dogan Medyayê de jî got: “Îhtimal e beriya hilbijartinê qadê paqij dikin. Naxwazin tenê dengekî dijber jî hebe. Nemaze jî naxwazin der barê nelirêtiyên di hilbijartinê de tiştek jî bê gotin. Gengaz e ku ev guherîn hemû ji bo vê yekê tên kirin.”    Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanê Tirkiyeyê (TGS) Mûstafa Kûlelî jî, diyar kir ku di dîroka çapemniyê de Tirkiye herî zêde di vê serdemê de bi tekdengiyê re rû bi rû maye û got: “Li Tirkiyeyê çapemenî gihaşt nêvengeke yekdengî. Helbet wê ev yek modelên heyî yên çapemeniya muxlif bitengijîne. Çimkî di warê belavkirinê de tekelbûyînek çê bûye. Yanî du şîrketên belavkirinê hene. Herdu jî di kontrola hikûmetê de ne. Hejmara ajansên nûçeyan zêde ye, lê piranî jê di bin venêrîna Qesrê de ne. Û venêrîna RTUK’ê jî li vana zêde bû. Dema em li vana hemûyan difikirin, em dibînin ku nêvenga çapemeniyeke li gorî rejîma yekzilamî tê avakirin.”  Kûlelî diyar kir ku xwezya navenda xeyrî ya înternetê ne li gor vê yekê ye ku wis abê kontrolkirin û ne mimkun e ku RTUK’ê ji derheqê vê derkeve. Kulelî diyar kir ku ev yek tê wateya ku bi çewisandin, sansur û otosansureke zêde û girtinan tunekirina qada jiyanê ya rojnamegeran.    Derhênerê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî destnîşan kir ku qanûna nû tê wateya ku destê îktîdarê û sansurê dirêjtir bûye û got: “Niha bi vî halê xwe Tirkiye di warê rojnamegerên girtî û sansurê de di cîhanê de di asta herî jor de ye. Firotina Koma Dogan Medyayê ku Demîrorenê nêzî îktîdarê kirî, venêrîna çapemeniyê ya îktîdarê gihand asta herî jor. Ev hemû meseleya derdorên ku pêdiviya wan bi demokrasiye heye. Ev yek tê wateya kêmkirina qenalên mafê wergirtina nûçeyan ê gel û nêvengeke çapemeniyê ya ku îktîdarê rexne neke. “ Polat diyar kir ku ev yek tenê ne meseleya rêxistinên çapemeniyê yan jî rojnamegeran e, meseleya hemû derdorên ku pêdiviya wan bi demokrasiyê heye. Polat bi lêv kir ku divê li hemberî vê sansur û venêrînan bê derketin.