Endama MYK’ê ya HDP’ê Agaoglû hat girtin 2018-03-22 20:02:52   STENBOL-  Endama MYK’ê ya HDP’ê Gulsum Agaoglû bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat girtin. Endama MYK’ê ya HDP’ê Gulsum Agaoglû ku duh piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Taxa Yeşîltepe ya Eregenyê hat binçavkirin, ji aliyê dadweriya ceza ya sulhê ve bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat girtin. Her wiha 5 kesên tevî Agaoglûyê hatibûn biçavkirin jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.