Li Girtîgeha Bayburtê jinên Newrozê pîroz kirin hatin derbkirin 2018-03-22 17:23:34   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Girtîgeha Bayburtê leşkeran bi hinceta Newroz pîroz kirine êrîşî jinên girtî kir û ew derb kirin.    Hat zanîn ku leşkeran êrîşî jinên girtî yên Girtîgeha Bayburtê agirê Newrozê vêxistine kirin. Li gorî malbatan agahî dan, jinên girtî duh li hewşa qawîşê bi rojnameyan û kincên bikar naynin agir vêxistine û Newrozê pîroz kirine. Leşkeran û gardiyanan mudaxeleyî agir kiriye û gelek girtiyan derb kirine.    Malbatên girtiyan wiha got: “Duh li hewşê agirê sembolîk vêxistine û Newroza xwe pîroz kirine. Pişt leşkeran mudaxeleyî agir kiriye û jinan derb kirine. Di dema mudaxeleyê de hin girtî ji ser hişê xwe çûn. Ji pozê hin girtiyan xwîn hat û hin girtî jî vereşiyan. Leşkeran di mesafeya nêz de gaz reşandin.”    Malbatan got ku rewşa zarokên di bin xetereyê de ye û li dijî derbkirina girtiyan serî li Dozgeriya Înfazê ya Girtîgeha Bayburtê dan û giliyê sûc kirine.    LI TARSÛSÊ 5 GIRTÎ 8 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE    Li aliyê din li Girtîgeha Jimaa 2’an a Tîpa T a Tarsûsê jî hin girtiyan ji ber binpêkirina mafan serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dan.    Dayika Newroz Sungur ê girtî Avniye Sungur destnîşan kir ku bi kurê wê re 5 girtiyan li dijî pêkanînên rêveberiya girtîgehê 8 roj in dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û got: “Ez çûm hevdîtinê kurê xwe. Kurê min got heke pêkanîn û muameleya xerab dewam bike, dê çalakiya xwe veguherînin çalakiya rojiya mirinê.”    Girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirine ev in: Cerko Mîmkara, Mubarek Aksu, Newroz Sungur, Cem Ekîncî û Hayrullah Turan   DUZCE   Li Girtîgeha Tîpa a Duzceyê jî ji girtiyan Vedat Turgut bi riya malbata xwe binpêkirin û pêkanînên neheq ragihand. Turgut diyar kir ku 6 roj in bi awayekî kêfî di yek hucreyê de tê ragirtin û her roj di bin navê “lêgerînê” de li qawîşan lêgerîn pêk tê, wêneyan dikişînin û dikişînin kamerayê. Turgut da zanîn ku pereye malbata wî şandiye jî li hesabê wan bar nekirine û banga hestiyariyê li raya giştî kir.