Gelek kesên li Newroza Amedê binçav kirin hatin berdan 2018-03-22 17:01:42 AMED – Gelek kesên beriya Newrozê û piştî Newrozê li Amedê hatin binçavkirin hatin berdan. Hêj 7 kes di binçavan de tên ragirtin.  Duh piştî Newroza Amedê ya ku sed hezaran kes tev li bûbûn 30 jê zarok 70 kesên hatibûn binçavkirin, gelek ji wan hatin berdan.    38 kesên mezin û 30 zarok ên li Miduriyeta Polîsan a Amedê û Şaxa Polîsan a Zarokan dihatin ragirtin piştî îfade dan li ser fermana dozger hatin berdan.    Hêj kar û barê binçavkirina 7 kesan dewam dike.    Hat zanîn ku welatî û zarok bi hinceta flamayên kesk, sor û zer hildane û slogan berz kirine hatine binçavkirin.    Li aliyê dein beriya Newrozê 6 zarokên di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên dozgeriyê hatin berdan.