Kerestecîoglu: We kijan aramî bir Efrinê? 2018-03-22 16:46:17 ENQERE - Wekila Serokên Koma HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, diyar kir ku OSO yên bi uniformayên DAIŞ'ê ketin Efrînê dagirker û talankar in û wiha got: "Yên li hundir nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin, pirsgirêk anîn qada Navneteweyî."  Wekîla Serokên Koma Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Filiz Kerestecioglu, li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Kerestecîoglu, bal kişand ser talankirin û wêrankirina malê gelê Efrînê û wiha got:  “Ji destpêka şerê li Sûriye heta dawî li Efrînê aştî serdest bû. Bi sed hezaran gelên ji şer reviya bûn di nava aştî û aramiyê de dijiyan. Kengî Artêşa Tirkiye û OSO  bi hevre ketin Efrînê li wir şer derket. Ketina nava Efrînê anîn roja salvegera 18'ê Adarê ya Çanakkaleyê. Ji destpêka avakirina Komarê heta niha tişta li Efrînê pêş ketin, pirsgirêka kurd bi xwe ye. Tişta ji destêkê heta niha pirsgirêka kurd ava dike û îro li Efrînê dubare kir heman tişt e. Tirkiye vê yekê li şûna bi rêbaza aştiyê bi rêbaza şer û çekan dixwaze çareser bike. Nerîna xwe ya li pirsgirêka kurd dixwazin li Efrînê jî serdest bikin.    Kerestecîoglu, Tişta ku li Zîlan, Agirî û Dersimê pêk anîn îro li Efrînê dubare dikin. Di salên 1990’an de ev hovîtî pêş xistin. Lê gelê kurd li dijî vê yekê di daxwaza demokrasî, aştî û azadiyê de israr kir. Tişta ku îro li Efrînê pêş dikeve berê li bajarên kurdan ên Tirkiye pêş ketibû. Ji Kerkukê heta Efrînê li hemû axa ku kurd lê dijîn gef serdest in.    ‘YÊN QEYÛM TAYÎN KIRIN DÊ JI BO EFRÎNÊ BÊJI ÇI?    Kerestecîoglu, anî ziman ku li bajarên Kurdistana bakur qeyûm tayînî şaredariyên wekî Şirnix, Amed, Wan, Mêrdîn û hwl dikirin. Ji ber ku nikarin bi rêve bibin, qeyûm tayîn kirin û OHAL li van bajaran îlan kirin. Gelo yên qeyûm tayînî van bajaran kirin dê ji bo Efrînê çi bêjin? OSO halê cuda yê DAIŞê ye. Uniformayên xwe guhertine. Dibêjin çeteyên OSO dê mafê jiyanê bidin Efrînîyan. Lê piştî operasyonê talan dikin û wêran dikin."