Li Bedlîsê teqîn: Leşkerek mir û leşkerek birîndar bû 2018-03-22 16:45:22 BEDLÎS – Li daristanên Sehî ya Bedlîsê dema leşker diçûn operasyonê teqîn pêk hat. Di teqînê de leşkerek mir û leşkerek jî birîndar bû.  Leşker li daristanên Sehî ya di navbera navenda Bedlîs, navçeya Xîzan û navçeya Xana Hewêl a Sêrtê de derketin operasyonê. Dema maşîneya leşkeran derbas bû teqîn rû da. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di teqînê de leşkerek mir û leşkerek jî birîndar bû.    Helîkpterê sewqî cihê bûyerê kirin û leşkerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê. Hat ragihandin ku li herêmê operasyon dewam dike.