Agaoglu ya HDP’î û Ustek ê astengdarê aqil derxistin edliyê 2018-03-22 16:12:25 TEKÎRDAG - Li Tekîrdagê, Endamê MYK’a HDP’ê Gulsum Agaoglu û yên bi wêre hatin  binçavkirin derxistin edliyê. Di nava kesên binçavkirî de Ridvan Ustek ê ji sedî 70’î astengdarê aqil jî heye.  Piştî pîrozbahiyên Newroza 21’ê Adarê ya Tekîrdagê, Endama MYK’a HDP’ê û 5 kesên din hatin binçavkirin. Agaoglu ji ber axaftina di Newrozê de hatibû binçavkirin. Agaoglu û 5 kesên gel wê piştî îfadeyên wan ên  li Midûryeta Polîsan a Tekîrdagê bi dawî bûn sewqî Edeliya Çorlu hat kirin.    JI SEDÎ 70’Î RAPOR HEYE   Hat diyar kirin ku dinava kesên hatin binçavkirin de Ridvan Ustek ê 25 salî yê ji sedî 70’î rapora wîya astengdariyê heyî jî heye. Ustek ji sedî 70’î rapora wî ya “Orta Mentel Retarde (Aqlê kêm” heye.