PSAKD'ê ‘Nobeta Edaletê' da destpêkirin 2018-03-22 16:01:14 MÊRSÎN - Endam û rêveberên PSAKD'ê yên Mêrsînê ji bo endamen PSAKD'ê yên li Erzînganê hatin binçavkirin serbest bên berdan dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin.  Şaxa Komeleya Çanda Pir Sultan Abdal (PSAKD) a Mêrsînê, ji bo 16 endamên PSAKD'ê yên di 16'ê Adarê de li Erzînganê hatin binçavkirin serbest bên berdan dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin. Rêveberên PSAKD'ê li şaxa xwe ya Mêrsînê civîna çapemeniyê pêk anîn. Gelek nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî jî tev li civînê bûn û piştgirî dan daxuyaniyê. Serokê Şaxa PSAKD'ê ya Mêrsînê Bulent Ufuk Ateş daxuyanî da diyar kir ku roj, roja li baweriya xwe xwedî dekevin e. Ateş, anî ziman ku yên hesapên wan ên medya civakî nîşan dan, endamên me hatin binçavkirin. Em bang li hemû rêxisinên demokratik dikin ku li endamên Çanda Pir Sultan Abdalê xwedî derkevin. Ateş, anî ziman ku heta kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan dê  her roj saet di navbera 10.00 û 24.00'ê'an de li avahiya komeleya xwe "Nobeta Edaletê bigirin.